Konferansa Veguherina Demokratîk di roja duyem de ye: Her kes bi ser dikevin, ma çima Kurd jî bi ser nekevin?
Akademîsyen û siyasetmedar di roja duyem a “Konferansa Veguherina Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn de” de mijarên weke demokratîkbûn, hevwelatîbûna wekhev, rola avaker a jinan û çareseriya kêşeya Kurd dinirxînin. Axêveran di sedsala duyem a Komarê de banga piralîbûn, aştî û veguherina hiqûqî kir.
Konferansa ku li Stenbolê hat lidarxistin, di roja xwe ya duyem de bi mijara “Di Sedsala Duyem de Siberoja Hevpar” berdewam kir.
Siyaseta tekparêz, piralîbûn kir armanc ”
Di beşa bi sernavê “Derfetên Demokratîkbûnê ji Civajê Heta Dewletê” de ya ku moderatoriya wê mafparêz Akin Birdal dikir de di sedsala duyem a Komarê de demokratîkbûn, meseleya Kurd, temsiliyeta siyasî ya jinan û têgihîştina hevwelatîbûna nû hatin nirxandin.
Birdal di axaftina xwe ya destpêkê de diyar kir ku derfetên berê yên têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyeyê nehatine nirxandin û destnîşan kir ku welat ev salên dirêj e di bin bandora polîtîkayên navendparêz û ewlehîparêz de ye.
Sosyolog Prof. Dr. Şukru Aslan bal kişand ser daneyên nifûsê yên serdemê avakirina Komarê û pirçandiya civakî û pirzimanî ya Tirkiyeyeyê.
Aslan bi bîr xist ku di serjimêriya sala 1927an de zêdetirî 20 zimanên zikmakî hatine qeydkirin û diyar kir ku zimanên weke Kurdî, Erebî, Ermenî, Rûmî û Arnavutî li herêmên cuda yên welat bi berfirehî dihatin axaftin. Aslan got ku: "Heya ku em bi guhertina navên cihan û zextên li ser zimanên zikmakî re rûbirû nebin, demokratîkbûn dê kêm bimîne." Bi vê gotinê, wî banga rûbirûbûna polîtîkayên berê kir.
Beşa 2emîn a “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 14, 2026
Di beşa “Derfetên Demokratîkbûyînê ji Civakê ber bi Dewletê” de ya ku Akın Birdal moderatoriya wê dike de; Şukru Aslan, Ruşen Seydaoglu, Mehmet Bekaroglu û Ozgur Erol axêver bûn.
📷 @tucyil pic.twitter.com/s5m7AaWl1L
“Divê jin bibin aktorên avaker"
Parêzer û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruşen Seydaoglu li ser mijara “Di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de Rola Damezrîner a Jinan” axivî û ev tişt anîn ziman:
“Tevgera Jinên Kurd tespîta dewlet nikarê azadiyê bîne û veguherîn bi civakê pêkan e, kir. Li dijî pergala baviksalarî ku jinan di malê de dilgirtî dihelê û li ser jinê desthilatdariyê pêşdixin paradigmaya hevjiyana azad pêşxist. Helbet di pêşxistina vê paradîgmayê de bi hevaltiya Serok Ocalan bi jinan re bi bandor bû. Pergala azadiya jinê dikare ji demokratîkirina komarê re bibe mînak. Tornusula komara demokratik ew e ku yên rastî cihekariyê hatinê dê çawa mijara jinê binêrin ve tekildarê. Weke mînak hevalên me yên em bi hev re dimeşin û rastî cihekariyê tên gelo dê bikarin dev jî gotinên li ser jinan berdin. Daxwaza azadiya jinan gelo dê bikare bibe daxwazeke hevpar. Demokratîkbûyina komarê bi vî awayî pêkan e.”
Bekaroglu: Hewcedarî bi pênaseyek nû heye
Nivîskar û siyasetmedar Mehmet Bekaroglu ku li ser mijara “Neteweperwerî, Welatparêzî an Hemwelatî?” rawestiya bi lêv kir ku ew dê çawa bi hev re bijîn an jî çawa dê bibin hemwelatiyên vî welatî yek jî mijara pêşerojê ye û got ku hewcedarî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye.
Nirxandinên Abdullah Ocalan li ser komarê ye
Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol jî li ser “Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Demokratîk a Hiqûqî” axivî û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser komarê hê nirxandinan dike. Erol ev tişt anîn ziman:
“Serok Ocalan dibêje komar demokratîk nebûye. Pêvajoya em di nav de dijîn jî entegrasyona Kurdan bi komareke demokratîk re ye. Banga 27ê Sibatê di heman demê de banga demokratîkkirina komarê bû. Hinek dibêjin dê di vê pêvajoyê de Kurd jî sûd bigirin. Dê helbet sûd bigirin. Hûn ê çawa sûd bigirin Kurd jî dê wisa sûd bigirin. Tenê Kurd li derveyî hiqûqê nehatinê hiştin di heman demê de dervayî civakiyê jî hatinê hiştin. Pirsgirêka Kurd ne bi mafên takekesî bi awayekî nasîna mafên kolektif dikarê çareser bibe. Hewcehî bi qanûneke aştiyê heye. Ew jî yek nasîna raperîna Kurdan ji bo siyaseta demokratik e. Ew qanûna mîsogeriya tevlîbûna hemû endamên rêxistinê di nav siyaseta demokratîk de ye. Serok Ocalan gelek caran balê dikşînê ser tîfaqa Mezopotamya û Anatoliyayê. Bi sed salan bi hev re jiyane. Birêz Ocalan dibêje civakeke ku pir bi hêrs e bêyî fikreke mezin û exlaqeqî mezin nikare guherînê pêkbîne. Ocalan destnîşan dike ku ew ji bo vê yekê di pêvajoyê de acele dikin. Di encamê de divê em hiqûqa Kurdan biparêzin û em ê vê bikin. Li rex vê, em ê hiqûqa jin, xweza û kedê jî biparêzin.”
Faik Ozgur Erol, endamê Şandeya Îmraliyê ye û di Konferansa “Veguherina Demokratîk a Komarê” de axivî û weha got:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 14, 2026
“Banga 27ê Sibatê, bangek bû ku Komar wê demokrasiyê qebûl bike; ango banga qebûlkirina vê rastiyê bû ku nêzî 100 sal in kesî wêrekî nedikir” pic.twitter.com/eh1CZgVCoN
Konferans bi beşa pêncemîn a bi sernavê ‘Civakîbûna Demokrasiyê û Aştiyê’ berdewam dike. Moderatoriya rûniştinê Şebnem Korur Fîncanci kir.
Di rûniştinê de destpêkê siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal li ser mijara di Avakirina Aştiya Civakî de Tecrubeyên 2013-2015 û 2024an axivî. Unsal diyar kir ku li dijî avahiya komarê îtîrazên mezin hene û got: “Li dijî van îtîrazan komkujiyên mezin pêk hatin. Lê tevî komkujiyan jî komar ji aliyê civakê ve nehatiye qebûlkirin. Lewma hewcedarî bi veguherîneke demokratîk heye. Ev yek ji geşedanên herêmê ne cuda ye. Divê di serî de şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye bên guhertin û bê berdan. Her wiha divê girtiyên siyasî werin berdan û biryarên wekî şewitandina înfazan bi dawî bibin da ku demokratîkbûyîn pêk were.”
Ahmet Faruk Unsal di roja duyem a “Konferansa Veguherina Demokratîk a Komarê” de axivî:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 14, 2026
🗣️“Yên ku pêvajo dan destpêkirin, ne bi hesta edaletê dan destpêkirin; ji ber vê yekê jî dikare sist bibe. Lê divê em vê yekê ji bîr nekin ku statukoya li Tirkiyeyê nayê domandin.”
📷@tucyil pic.twitter.com/g1xEb2pkLZ
"Pirsgirêka Kurd ez im"
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî di rûniştina bi navê ‘Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecihiyê ber bi Komara Demokratîk ve’ de axivî û bal kişand ser serpêhatiyên siyaseta Tirkiyeyê û mîrateya partiyên Kurd. Turk ev tişt gotin: “Ji HEPê heta DEM Partiyê me siyaseta demokratîk parast. Tevî kuştinên kiryar nediyar, zext û tundiyê jî me dest ji siyaseta demokratîk berneda. Me got çareserî bi siyaseta demokratîk pêkan e û em di vê de israr dikin. Ji bo aştiyeke bi rûmet Tevgera Kurd û siyaseta Kurd gotinên xwe kirine.”
Turk bal kişand ser hevdîtinên dîrokî yên pêvajoyên borî û qala hevdîtina xwe ya bi Turgut Ozal re kir. Turk ev agahî dan: “Di salên 1990î de me daxuyaniyek da û me got em ê biçin Şamê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Beriya wê jî me bi birêz Turgut Ozal re hevdîtin kiribû. Ozal ji me re got; ‘Jê re bibêjin bi şerê çekdarî çareserî pêk nayê. Biçe jê re bibêje bila werin Tirkiyeyê û heta 5 salan sûc nekin dê neyên darizandin.’ Ji wan rojan em hatin roja îro. Em ê ji bo ku ev pêvajo bigihêje encamekê bi sebir tevbigerin. Vê pêvajoyê Kurd xera nakin. Lê baweriya bi pêvajoyê her ku diçe kêm dibe. Ji bo encamgirtinê, pêwîstiya me bi şoreşger û demokratên Tirkiyeyê heye. Em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”
Turk her wiha bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan û wiha bertek nîşan da: “Tevî ku ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve tu astengiyeke min tune bû jî, 3 caran qeyûm tayîn kirin. Dibêjin ‘Pirsgirêka Kurd çi ye?’. Ez endamê malbateke xwedî erd im. Lê zimanê min tune tê hesibandin, nasname û gelê min tune tên dîtin. Ez dibêjim; Pirsgirêka Kurd ez im. Werin em vê pirsgirêkê di çarçoveya demokrasiyê de çareser bikin.”
Ahmet Turk di roja duyem a “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê" de axivî:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 14, 2026
🗣️ “Dibêjin 'Kurd çi dixwazin?'. Ez dixwazim ji xwe mînak bidim. Ez li Kurdistanê zarokê malbateke xwedî axeke berfireh bûm. Lê nasnameya min tune, zimanê min tune, gelê min tune tê hesibandin. Va… pic.twitter.com/JjIn2QtNT2
"Aştî û demokrasî hevdu xurt dikin"
Lêkolîner û siyasetmedar Yuksel Genç jî li ser mijara ‘Bingeha Civakî ya Aştiyê’ axivî û destnîşan kir ku PKK pêvajoyê wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dike, lê dewlet wekî “Tirkiyeyeke bêteror” pênase dike. Genç ev nirxandin kirin: “Ji ber ku gav nayên avêtin baweriya civakê qels dibe. Lê em tevî astengiyan jî dikarin aştiyê bi xwe ava bikin û xwe rêxistin bikin. Di vir de roleke mezin dikeve ser milê jin, ciwan û saziyên demokratîk.”
"Divê komar bibe komara herkesî"
Di berdewamiya rûniştinê de Cemal Salman bal kişand ser cudakariya li dijî Elewiyan a di dîroka komarê de û xwest komar bibe komara hemû gelan. Akademîsyen Vahap Coşkun jî li ser pênaseya aştî û demokrasiyê axivî û got: “Demokrasî bêyî aştiyeke mayînde nepêkan e. Aştî û demokrasî hevdu xurt dikin.”
(AY)