Ayşe Gokkanê piştî ku 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn peyam şand
Tevgera Jinên Azad (TJA), peyama berdevka xwe ya heyama berê Ayşe Gokkanê ku di Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê de tê ragirtin û piştî cezayê 19 sal û 6 mehên girtîgehê ji girtîgehê şandibû, bi raya giştî re parve kir.
Li gorî nûçeya MAyê (Ajansa Mezopotamyayê), Gokkanê diyar kir ku di doza ku bi tometa "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û rewşa wê ya girtîbûnê ya bi hikim berdewam dike.
Gokkanê destnîşan kir ku vê biryarê baweriya wê ya bi têkoşîna mafên jinan û mafên mirovan lawaz nekiriye û got: "Biryardariya me ya di lêgerîna heqîqet, edalet û azadiyê de hîn bihêztir bû."
Dadgehê 19 sal û 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî
Di nameya xwe de Ayşe Gokkanê spasiya her kesên ku piştgirî dane wê kir û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet ne sûc e.
Nameya Ayşe Gokkanê weha ye:
“Di doza ku bi tewanbariya endamtiya rêxistinê li dijî min dihat kirin de ji aliyê dadgehê ve li hemberî min 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn û biryara berdewamiya girtina min hat dayîn. Ev biryara ku hatî dayîn, baweriya me ya bi rewabûna têkoşîna ku em bi salan e di qada mafên jinan û mafên mirovan de dimeşînin nehejandiye; berevajî vê yekê, biryardariya me ya lêgerîna heqîqet, edalet û azadiyê hîn bêtir bihêz kiriye. Ji roja yekem a dozê heta danişîna biryarê, ez spasiyên xwe yên herî ji dil pêşkêşî hemû rêxistinên jinan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, saziyên navdewletî yên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî, kedkarên çapemeniyê û her kesê xwedî wijdan dikim ku pêvajoyê ji nêz ve şopandin; di salona danişînê de, li ber avahiya dadgehê û li her derê piştevaniya xwe nîşan dan. Ev piştevaniya bihêz a ku hatî nîşandan, bûye îfadeyeke watedar a xwedîderketina li têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, mafên mirovan û daxwaza edaletê. Di vê pêvajoyê de her piştgiriyek, her peyamek hatî şandin û her dengek hatî bilindkirin, careke din nîşan da ku em ne bi tenê ne. Em dizanin têkoşîna jinan a ji bo azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet ne sûc e. Bi vê hêviya ku piştevanî mezin dike, em ê ligel her kesên ku têkoşîna maf û azadiyê dimeşînin, mil bi mil berdewam bin. Ez spasî ji herkesên piştgirî dan dikim ku bûn dengê me û hêvî mezin kirin. Piştgirî hêza me ya herî mezin e.”
Dadgeha Bilind cezayê li Ayşe Gokkanê hatibû birîn, betal kir
(AY)