Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê, di roja 29an de dewam kiriye.
Çalakî li ber avahiya Parlamentoyê pêk hatiye û Parlamenterên HDPyê Kemal Pekoz, Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç, Ayşe Surucu, Mûrat Çepnî, Saît Dede, Şevîn Coşkûn û Erdal Aydemîr beşdar bûne.
Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan ji Sibata 1999ê û vir ve, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji Adara 2015ê û vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Xurt a Îmraliyê tên girtin. 22 meh in ku ti agahî ji wan nîne.
Parlamenteran di dema çalakiyê de kaxiz hilgirtine ku li ser wan nivîsên "Tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye", "Bila li Îmraliyê hiqûq bê bicihkirin" hebûn. Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu li vir axiviye û gotiye:
"Dengê me nayê bihîstin"
"Zagonên Tirkiyeyê ku ji bo hemû girtiyan derbas dibe ji bo birêz Ocalan û girtiyên Îmraliyê derbas nabe. Wekî ku Îmralî bi welatekî din ve girêdayî ye. Li wir zagonên cuda û polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Bi tecrîdkirina Ocalan li vî welatî xitimandinek pêk hat. Ev tecrîd îro li ser hemû civakê bandor dike bi taybetî li ser girtîgehan dike. Ji 5ê Nîsana 2015an vir ve dema em li rewşa girtîgehan dinihêrin li girtîgehan polîtîkayeke pir kûr tê meşandin. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Girtiyên ku jiyana xwe ji dest didin hin ji wan girtiyên nexweş û hin ji wan mirinên bi guman pêk tên û tabût roj bi roj ji girtîgehan derdikevin. Ev jî encama polîtîkayên tecrîdê ye.
"Tecrîd kaos e bêhiqûqî ye, şer û xizanî ye"
"Her wiha ji sala 2015an vir ve, li vî welatî xizanî her çû zêde bû, alozî zêde bûn. Kuştinên jinan zêde bû. Di nav saleke dawî de 320 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin. Ji 2015an vir ve ji 2000an zêdetir jin li kolanan, li malan, li cihê kar bi destê zilaman hatin qetilkirin. Kuştinên jinan jî dîsa bi polîtîkayên tecrîdê ve girêdayî ye. Îro li vî welatî şer heye. Ji avabûna komara Tirkiyeyê nasnameya Kurdan zimanê Kurdan tê înkarkirin. 40 sal in şerek heye li vî welatî. Her çiqas ku pergala heyî vê yekê qebûl neke jî şer heye. Razemendiya vî welatî, budceya herî zêde ji vî şerî re tê veqandindin. Me di çêkirina budceyê de jî dît ku budceyaTirkiyeyê herî zêde ji şer re tê veqatandin. Ji aliyekî ve polîtîkayên tecrîdê û şer ji aliyê din ve xizanî her ku diçe zêde dibe. Êdî civak hatiye asteke wisa ku mirov nikarin ji zarokên xwe re pêlavekê û cil û bergan bikirin. Ji bêhêvîtiyê xwekuştin û mirin her ku diçe zêde dibe. Hatiye asteke wisa ku jin û bi taybetî ciwan, bijîşk û kesên xwediyê pîşe vî welatî diterikînin. Ji ber ku hêviyê jiyanê nabînin. Ev kaos û tiştên ku tên jiyankirin hemû bi tecrîdê ve girêdayî ye.
"Dema Ocalan diaxive li vî welatî çareserî bi pêş dikeve"
"Dema ku li Îmraliyê tecrîda girankirî hate destpêkirin, vê yekê bandor li ser hemû jiyanê û civakê kir. Her kes dizane, pergala serdest û hemû cihan jî dizane ku birêz Ocalan ne tenê şexsek e. Rol û rista birêz Ocalan ya di çareseriya pirsgirêka Kurdan de li ber çavan e. Ocalan ji bo aştiyê têdokişe. Bi bangewaziyên wî gelek kom hatin Tirkiyeyê. Ji pêvajoya 2013an heya 2015an li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin çêbûn. Di warê çareseriya demokratîk de muzakere çêbûn. Lê ji 2015an vir ve polîtîkayên neçareseriyê û tecrîdê hate destpêkirin, li Tirkiyeyê şer kûr bû, xizanî zêde bû. Ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê derkeve beriya her tiştî divê dev ji polîtîkaya tecrîdê û şer berde. Em jî wekî HDP heya dawî li hemberî polîtîkayên tecrîdê têbikoşin." (TY/FD)