14 rêxistinên hiqûqê û mafparêziyê, ji bo Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konarî, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.
Rêxistinan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku wan ji CPTyê xwestiye demildest û bi lez û bez biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.
Girtiyan ji bo “Azadiya Ocalanî” dest bi greva birçîbûnê kir
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Bicihanîna Cezayan de (CISST), baroyên Amed, Êlih, Colemêgr, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha, Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) rêxistinên navborî ne.
Rêxistinan di daxwaznameya xwe de bal kişandiye li ser rewşa Ocalan û girtiyên din û gotiye astengkirina hevdîtina Abdûllah Ocalan û 2 kesên din a bi parêzerên wan re, li dijî teahudên Tirkiyeyê daye civaka navnetewî ye:
“Ji 7ê Tebaxa 2019an û vir ve çi bersiveke neyênî nedane parêzeran ku dixwazin biçin miwekîlê xwe Abdûllah Ocalanî bibinin, her weha Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konarê ku di 2015an de şandin Girava Îmraliyê, heta niha bi carekê jî derfet nedîtine bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.”
Xizmên girtiyan ji bo greva birçîbûnê bang li Wezareta Dadê û CPTyê kir
Daxwazên rêxistinan
Rêxistinên navborî her weha hin daxwazên xwe jî pêşkêş kirin:
“Em dixwazin ‘bi lez û bez’ serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û rapor û diyardeyên derketine holê bi civakê re par ve bikin.
Parêzer bikaribin biçin serdanan bikin û ev bi berdewamî pêk bên û astengkirinên bi biryarên li dijî hiqûqê yên dadgehan bi dawî bibin.
Malbat û wasî bikaribin biçin serdanan bikin û ev bi berdewamî pêk bên û cezayên dîsîplînê yen li dijî hiqûqê û astengkirin bi dawî bibin.
Bi dabînkirina mafên serdanê yên girtiyan re di heman demê de girtî bikaribin bi malbat û xizmên xwe re mafên xwe yên telefonkirinê bi kar bînin.
Hemû astengiyên li pêş têkiliya girtiyan a bi derve re û parêzerên xwe re ya bi rêya name, telgraf û faksan rabin.
Hemû astengiyên pratîkî yên li ber bidestxistina rojname, kovar û pirtûkan û pêkanînên li dijî hiqûqî bi dawî bibin.
Ji bo rapora xwe ya piştî serdana Komîteya we ya dawî ya Girtîgeha Îmraliyê nivîsiye, demildest bi civakê re par ve bike, xebatan bike.
Ji bo şert û mercên îşkencekirinê û kiryarên xirab û yên li dijî mirovatiyê û rewşa incommunicadoyê (tecrîda mutleq) ji holê rabin tedbîrên pêwîst werin girtin û ger rapora navborî neyê aşkerekirin, em dixwazin tiştên di xala 10/2yê yên Peymanê de ferz in bên kirin."
(FD)
*Çavkanî: MA