Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Osman Kavalayî piştî daxwazên Edîp Şahîner, dozgerê doza Geziyê, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Edîp Şahînerî bi tohmeta ku “bi tundkarî û kotekî hewl daye hikûmetê ji holê rake” xwestibû Osman Kavala bi cezayê miebeta girankirî were cezakirin.
Parêzeran bertek nîşanî daxwazên parêzerî dane û gotiye ku tohmeta “sîxurtiyê” ji bo Kavala di girtîgehê de bimîne weke argumaneke hiqûqî hatiye bikaranîn û bi vê tohmetê dozger li xwe mikur hatiye.
Di heman daxuyaniyê de parêzeran diyar kiriye ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û biryar û normên pendên Hiqûqa Cezayan a Nawnetewî bi israr weke tune bin tevdigerin.
Dozgerî çi daxwaz kiriye?
Di doza Geziyê de dozger Edîp Şahînerî, roja înê di navbera danişînê de nêrîna xwe aşkere kiribû û xwestibû ku bi tohmeta “bi tundkarî û kotekî hewl daye hikûmetê ji holê rake” cezayê miebeta girankirî li Osman Kavala û Mucella Yapici were birîn.
Her weha xwestibû ku bila Kavala tehliye nebe û li gorî xala 312an a Qanûna Cezayan a Tirkan ew li girtîgehê girtî bimîne.
Şahînerî bi tohmeta alîkarî dane ji bo hewldana hikûmetê ji holê rakin xwestibû her yek ji Çiğdem Mater, Ali Hakan Altınay, Mine Özerden, Şerafettin Can Atalay, Tayfun Kahraman û Yiğit Ali Ekmekçi jî ji 15 salan heta 20 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Her weha xwestibû dosyeya bersûcên li derveyî Tirkiyeyê, Ayşe Pınar Alabora, Henry Jack Barkey, Can Dündar, Gökçe Yılmaz, Handan Meltem Arıkan, Hanzade Hikmet Germiyanoğlu, Mehmet Ali Alabora, Yiğit Aksakoğlu û İnanç Ekmekçiyî ji yên din veqete.
Dadgehkirin wê 21ê Adarê dewam bike.
Dadgehkirina Kavalayî
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (HA/FD)