Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Iraqê ya Neteweyên yekbûyî (NY), di rapora xwe ya “Xwepêşandanên li Iraqê yên navebra 25ê Çiriya Pêşiyê - 4ê Çiriya Paşiyê” de, ragihandiye ku ji roja destpêka xwepêşandanan (1ê Îlonê) heta niha 254 kes mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Li gorî raporê, ji ber pêla duyemîn a bûyerên bi taybetî li Bexdadê û herwiha yên li nava welêt û li başûrê welêt hîn jî didomin 97 xwepêşandar mirine.
Herwiha NYê balê kişandiye serê ku di xwepêşandanan de gelek caran mafên kesên protesto dikin hatine binpêkirin.
"Ti tişt ji bo desteserkirina bi bombeya gazê ne hincet e"
Li gorî raporê ji ber bombeyên gazê ku hêzên ewlekarîyê ew bikar anîne 16 xwepêşandar mirine.
Ragihandinên Berpirsiyarê Ofîsa Mafên Mirovan a NYê yê Iraqê Danielle Bellî jî di raporê de hatine nivîsandin. Bellî gotiye “Ti tişt nabe hincet ku hêzên ewlekarîyê bombeyên gazê li hemberî xwepêşandarên bê çek bikar bîne.”
Li Iraqê çi dibe?
Îraqî ji bo “Tunebûna karî, neqanûnîyan û kêmanîya xizmetan” protesto bikin li gelek deverên Iraqê xwepêşandan li dar dixin.
Xwepêşandar li hemberî “zêdebûna erka Îranê ya li ser welat” jî bertek nîşan didin. Tê gotin ku piştî Emerîkayê di sala 200eyan de welêt dagir kiriye û rejîma kevn hilweşiyaye erka Îranê li ser welêt zêde bûye, navbera Tehranê ji bilî piştgirîya komên çekdar ên li vê derêbi partiyên Şiî re jî baş e.
Iraqiyên ku ji ber van sedeman di 1ê Çiriya Pêşiyê de daketibûn kolanan, ji ber merasîmên Erbaînê navberê dabûn xwepêşandanan lê di 25ê Çiriya Paşiyê de roja Înê dîsa berdewam kirine.
Ji ber xwepêşandanan ji xeynî Bexdadê li Zikar (Nasiriyye), Meysan (Amara) û Babîlê (Hîle) jî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Di van xwepêşandanên ku piranî li Bexdadê diqewimin de ji destpêka Çiriya Pêşîn û heta niha zêdetirî 200 kes mirine û nêzîkî 8 hezar kes jî birîndar bûne. (TP/GN/FD)