Zarokek 16 salî di înşaeta ku lê dihate xebitandin de mir
Tunahan Kayayê 16 salî li Agiriyê di înşaetê de dihat xebitandin. Kaya ji înşatê ket û jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku bûyer li înşaeteke li navenda bajêr pêk hatiye. Lê belê têkildarî şert û mercên xebitandina Kaya û derbarê bûyerê de bê ka lêpirsîneke îdarî ango edlî hatiye destpêkirin an na, ti agahî bi dest neketin.
Cenazeyê Kaya ji bo karûbarên otopsiyê rakirin nexweşxaneya dewletê. Tê çaverêkirin ku piştî otopsiyê, cenazeyê wî bişînin gundê wî Ortadîreka Bazîdê.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG), bûyer li ser hesabê xwe yê Xê ragihand.
Yasaya karkeriya zarokan a li Tirkiyeyê
Li gorî xala 71ê ya Qanûna Kar a hejmara 4857an; karên ku ji bo karkerên zarok û ciwan ên temenê wan bin 18 saliyê de ne qedexe ne, karên ku destûr tê dayîn karkerên ciwan ên 15 salî tije kirine lê 18 salî tije nekirine tê de bixebitin, şert û mercên xebatê û rêbazên derbarê karên sivik de ku zarokên 14 salî qedandine û perwerdeya seretayî (îlkokul) temam kirine dikarin tê de werin xebitandin, bi vî awayî hatine diyarkirin:
-
Karkerê ciwan: Kesê ku temenê xwe yê 15 salî tije kiriye, lê 18 salî tije nekiriye,
-
Karkerê zarok: Kesê ku temenê xwe yê 14 salî qedandiye, 15 salî tije nekiriye û perwerdeya seretayî temam kiriye.
Parêzvanên mafên zarokan di wê rexneyê de dibin yek ku; di qanûnê de pênasekirina karkerên zarok û karkerên ciwan bi awayekî ji hev cuda û wekhevkirina vê yekê bi temen re, dibe sedema valahiyekê û zarokan naparêze.
(NÖ/AY)