Zanîngeha Bilgiyê dawî li karê Prof. Dr. Bulent Bilmez anî: “Biryar bêhêcet û siyasî ye"
Rêveberiya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, dawî li karê hîndekarê Beşa Dîrokê Prof. Dr. Bulent Bilmez anî ku 21 sal bûn di vê zanîngehê de dixebitî.
Bilmez got ku ev biryar “ne hiqûqî û etîk e, siyasî ye” û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê biryarê têbikoşe.
Bilmez da zanîn ku piştî nezelaliya ku hefteyekê dom kir, di 3ê Tîrmeha 2026an de danezana fermî gihştiye ber destê wî û bi vî rengî dawî li karê wî hatiye anîn.
Bilmez, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û weha got:
“Wekî hîndekarê Beşa Dîrokê û koordînatorê bernameya lîsansa bilind, dersên ku min didan, şêwirmendiyên min ên tezan û wezifeyên min ên îdarî, bêyî ku qonaxa xwendinê bi dawî bibe ji destê min girtin.”
Bilmez destnîşan kir ku rêveberiya akademîk berê gelek caran eşkere kiriye ku derbarê xebatên wî de tu pirsgirêk nîn in û da zanîn ku ji bo vê biryarê hêceteke maqûl û hevgirtî pêşkêşî wî nehatiye kirin.
Bilmez da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye ku ev biryar bi xebatên wî yên bi salan ên li ser Kurdan, Elewiyan, mafên zimên û kêmneteweyan ve girêdayî ye. Bilmez bi taybetî anî ziman ku xebat û weşanên wî yên li ser Qetlîama Dêrsimê di vê pêvajoyê de bi bandor bûne.
Bilmez weha gotiye:
“Hedefgirtina akademisyenekî ji ber qada lêkolîna wî, mudaxeleyeke eşkere ye li ser azadiya akademîk” û destnîşan kir ku ev biryar ne hiqûqî û etîk e, siyasî ye. Bilmez diyar kir ku wî tevî parêzerên xwe pêvajoya hiquqî dane destpêkirin û ragihand ku ew ê tevî hevkarên xwe yên pîşeyî, xwendekarên xwe û her kesê ku alîgirê azadiya akademîk e, li dijî vê biryarê têbikoşe."
Derbarê Bulent Bilmez de
Xwendina xwe ya lîsansê li Beşa Aboriyê ya ODTUyê (Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn) û doktoraya xwe jî li Beşa Lêkolînên Asyaya Pêş a Modern a Zanîngeha Humboldt a Berlînê qedand.
Li zanîngeh û navendên cûda ên li Almanya, Arnavutluk, Kosova, Bulgaristan, Îngilistan û Tirkiyeyê wekî hîndekar û lêkolîner xebitiye.
Ji sala 2005an vir ve di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê de hîndekar e. Bilmez berpirsê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) ye û her weha demekê endamtiya lijneya rêveberiyê û serokatiya wê jî kiriye. Di heman demê de di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de wekî şêwirmend xebitî. Bilmez li ser mafên zimanê dayikê jî têdikoşe û yek ji damezrînerên DHİBRAyê ye.
Ji bilî gelek gotaran; pirtûkên wî yên bi navên Chester Projesi (1908-1923), Belleklerdeki Dersim ’38 (tevî Gülay Kayacan û Şükrü Aslan), Türkiye’de Dil Hakları ve Dilsel Çoğulluk, Cumhuriyetin Tartışmalı Konuları (berhevkarî) û berhema wî ya du bergî Osmanlı-Türkiye Demokrasi Tarihi hatine weşandin.
(EMK/AY)