Yek ji serokên berê yên Baroya Îzmirê Parêzer Ozkan Yucel koça dawî kir
Yek ji serokên berê yên Baroya Îzmirê Parêzer Ozkan Yucel di 61 saliya xwe de koça dawî kir.
Yucel ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê mezun bûbû, bi xebatên xwe yên di warên hiqûqa ceza, mafên mirovan û mafê darizandina adil de dihat naskirin.
Yucel di navbera salên 2010-2014an de di Desteya Rêveberiya Baroya Îzmirê de cih girt, di sala 2018an de wekî Serokê Baroya Îzmirê hate hilbijartin û di sala 2021ê de careke din hate hilbijartin û çar salan ev wezîfe domand.
Di dema serokatiya wî de Baroya Îzmirê di mijarên serxwebûna darazê, mafê parastinê û azadiya derbirînê de roleke çalak lîst.
Yücel endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqa Cezê ya Tirkiyeyê bû û di salên dawî de parêzeriya Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Tunç Soyer jî dikir.
Koça dawî ya Yucel, li Îzmirê ne tenê di nav derdorên hiqûqê de, di nav gel de jî bû sedema xemgîniyeke mezin. Ew bi wê baweriya xwe dihat naskirin ku parêzerî şertê bingehîn ê dewleta hiqûqê û azadiya parastina mafên welatiyan e.
(AEK/AY)