Xelatên Rûmetê yên Pirteqala Zêrîn a 2026an wê bidin Tilbe Saran û Menderes Samancilar
63emîn Xelatên Rûmetê yên Festivala Fîlman a Pirteqala Zêrîn a Navneteweyî ya Antalyayê wê 24 û 31ê Cotmehê de pêk were.
63emîn Xelatên Rûmetê yên Festîvala Fîlman a Pirteqala Zêrîn a Antalyayê didin Menderes Samancilar û Tilbe Saran. Menderes Samancilar zêdetirî nîv sed sal e ku wekî şanoger û lîstikvaneke serketî tê nasîn. Tilbe Saran jî zêdetirî 30 sal in di warê şano, sînema, dublaj û xebatên akademîk de xebatên girîng birêve dibe.
Xelat dê di merasîma vekirinê ya 24ê Cotmehê de werin pêşkêşkirin. Rêveberiya festîvalê diyar kir ku ev her du hunermend ji ber ked û xizmeta xwe ya demdirêj a ji bo sînema û şanoya Tirkiyeyê hêjayî vê xelatê hatine dîtin.
Festîvala ku dê di navbera 24-31ê Cotmehê de pêk bê, piştî nîqaşên sansûrê û krîza betalkirinê ya sala 2023an tê organîzekirin.
Tevlî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Bocek jî amadekariyên festîvalê berdewam dikin. Bocek ji bo ku festîval pêk bê gelek xebat û zizmet kiribû.
Xelatên Rûmetê weke gaveke sembolîk tê nirxandin ku hewl dide rûmet û navûdengê festîvalê yê ku ji ber nîqaşên siyasî zirar dîtibû, bi rêya hunerê ji nû ve ava bike.
(AEK/AY)