TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 32 e
Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên Endeksa Bihayên Xercekaran (TUFE) yên meha Hezîrana 2026an eşkere kirin. Li gorî daneyên TUİKê, di Hezîranê de TUFE li gorî meha berê ji sedî 0,99 zêde bûye. Bi vê yekê re enflasyona salane derket ji sedî 32,11an.
Sînorê birçîbûnê 7 hezar û 683 TL ji ser mûçeya herî kêm re ye
Zêdebûna di TUFEyê de li gorî meha Kanûna Pêşîna 2025an ji sedî 17,76 û li gorî navîniya 12 mehan jî wekî ji sedî 32,03 pêk hat.
TUÎKê sê komên sereke yên ku bandor li zêdebûna salane ya enflasyonê kirine, parve kir. Li gorî vê yekê zêdebûn wiha ne:
Di xurek û vexwarinên bêalkol de ji sedî 35,45
Di veguhastinê de ji sedî 31,15
Di xanî, av, elektrîk, gaz û sotemeniyên din de ji sedî 45,14
Bandor û tevkariya van her sê koman li ser enflasyona salane; di xurek û vexwarinên bêalkol de 8,61 pûan, di veguhastinê de 5,19 pûan û di xanî, av, elektrîk, gaz û sotemeniyên din de jî wekî 5,92 pûan hat tomarkirin.
Di asta mehane de jî bihayên:
Xurek û vexwarinên bêalkol ji sedî 0,17 zêde bûn
Xanî, av, elektrîk, gaz û sotemeniyên din ji sedî 2,30 zêde bûn
Di veguhastinê de jî ji sedî 0,05 daketin pêk hat
Tevkariya mehane ya li ser guhertina giştî; di xurek û vexwarinên bêalkol de 0,04 pûan, di veguhastinê de kêmî 0,01 pûan û di xaniyan de jî wekî 0,27 pûan hat tomarkirin.
Rêjeya zêdebûna mûçeyê teqawidbûyan diyar bû
Bi eşkerebûna enflasyona meha Hezîranê re, rêjeya ku dê di heyama Tîrmeh-Kanûna Pêşîna 2026an de li mûçeyên teqawidbûyan were zêdekirin jî diyar bûn.
Teqawidên SSK û Bag-Kurê, dê bi qasî rêjeya enflasyona ku di şeş mehên pêşîn ên salê de çêbûye zamê wergirin. Li gorî vê yekê, dê li mûçeyên teqawîdên SSK û Bag-Kurê ji sedî 17,76 zêdebûn were kirin.
Rêjeya zêdebûna mûçeyên teqawidên fermanberiyê jî dê ji sedî 13,52 be.
Sînorê herî bilind ê zêdebûna kirêyan ji sedî 32,03 e
Bi eşkerebûna daneyên TUÎKê re, rêjeya herî bilind a herî zêde ya ku dikare di meha Tîrmehê de ji bo kirêyên xanî û kargehên ku peymana wan nû dibe were sepandin jî eşkere bû.
Li gorî Qanûna Deynan a Tirk, sînorê herî bilind ê êdebûna kirêyan li gorî navîniya 12 mehan a TUFEyê tê diyarkirin. Bi daneyên meha Hezîranê re ev rêje bû ji sedî 32,03.
Li gorî vê yekê, ji bo kirêdarên ku dê di meha Tîrmehê de peymana kirêya xwe nû bikin, xwediyê xaniyan heke di peymanê de rêjeyeke bilindtir nivîsandibe jî– nikarin ji sedî 32,03an zêdetir zamê li ser kirêyê bikin.
(HA/AY)