Sînorê birçîbûnê 7 hezar û 683 TL ji ser mûçeya herî kêm re ye
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-İŞ), encamên meha Hezîranê yên "Lêkolîna Sînorê Birçîbûnê û Hejariyê" aşkere kir. Lêkolîn her meh bi awayekî birêkûpêk ji bo diyarkirina "şertên debarê" tê kirin.
Li gorî vê lêkolînê, li Enqereyê ji bo malbateke çar kesî:
-
Mesrefa xwarinê ya mehane ku ji bo xwedîkirineke saxlem, hevseng û têrker hewce dike (sînorê birçîbûnê) derket 35 hezar û 758 TLyî.
-
Tevahiya mesrefên mehane yên neçar ku ji bilî xwarinê ji bo cilûberg, xanî (kirê, elektrîk, av, sotemenî), çûnûhatin, perwerde, tenduristî û hewcedariyên weke wan çêdibin (sînorê hejariyê) derket 116 hezar û 478 TLyî.
-
Mesrefa jiyanê ya xebatkarekî/e nezewicandî jî gihîşt 46 hezar û 248 TLyî.
Li gorî van reqamên diyarkirî, sînorê birçîbûnê ji mûçeya herî kêm derbas bû ku niha 28 hezar û 75 TL ye. Di navbera wan de 7 hezar û 683 TL heye.
Heke em li destpêka salê binerin; di meha Kanûnê de sînorê birçîbûnê 31 hezar û 224 TL, sînorê hejariyê 101 hezar û 706 TL û mesrefa jiyanê ya xebatkarekî nezewicandî jî 40 hezar û 541 TL bû.
TURK-İŞê di meha Gulanê de jî sînorê birçîbûnê wekî 35 hezar û 174 TL, sînorê hejariyê 114 sanî û 576 TL û mesrefa jiyanê ya xebatkarekî azeb jî wekî 45 hezar û 488 TL ragihandibû.
(HA/AY)