Komîteya 12emîn Hefteya Rûmetê ya Trans+ a Stenbolê ku bi salan e bi qedexe û astengiyan re rû bi rû ye; temaya xwe ya îsal aşkere kir: “XEYALA TRANSAN”
Komîteyê ragihand ku hefteya rûmetê a trans wê di 15-21ê Hezîranê de pêk were.
Komîteyê di metna temaya îsal de destnîşan kir û got, “Em xeyalkirina bi azadî, wekî çalakiyeke polîtîk dipejirînin û xwedî lê derdikevin. Li dijî kesên ku ji me re dibêjin “rastbîn bin”, em bi bîr dixin ku xeyalkirin gava yekem a rastiyan e.”
Her weha komiteyê gotiye ku em çawa wan embriyoyên ku di bedena xwe de naxwazin, derdixin û diavêjin, em ê wisa koka wan polîtîkayên dewletê yên ku bedenên transan xesandine jî bikolin.

Temaya Hefteya Rûmetê ya LGBTÎ+yan a Stenbolê diyar bû: AŞKERE Û ZELAL
Daxuyaniya Komîteya 12emîn Hefteya Rûmetê ya Trans+’yan a Stenbolê a têkildarî temaya îsal weha ye:
Em xeyalkirina bi azadî, wekî çalakiyeke polîtîk dipejirînin û xwedî lê derdikevin. Li dijî kesên ku ji me re dibêjin “rastbîn bin”, em bi bîr dixin ku xeyalkirin gava yekem a rastiyan e.
Em trans; ji bo rakirin û têkbirina sînorên ku kapîtalîzma patriyarkal, dewlet, rejîmên aborî yên nijadperest û rejîmên zayendî li ser me ferz dikin, li vir in. Em temaya 12emîn Hefteya Rûmetê a Transan a Stenbolê ku wê di navbera 15-21ê Hezîranê de were lidarxistin, aşkere dikin: XEYALA TRANSAN
Em dizanin: Guhertina her tiştî pêkan e. Her tişt dikare were pirsyarîkirin. Tu tişt tenê ji du zayendan ango ji dualiyan pêk nayê. Ne xeyalên me ne jî zayendên me di nava du zayendîtiyê de bi cih nabin.
Em weke trans tên piştguhkirin, weke dijman tên nîşandan, ji perwerde, tenduristî, stargeh, bajar û malbatê bêpar tên hîştin û nayên îstihdam kirin. Ji ber vê yekê gelek gotinên me ji bo pergala kapîtalîst a patriyarkal hene. Wekî kesên ku rastî tundkariya dewletê û mêran tên; em têkoşîna xwe ya transan û şêwazê 'T' yê têkoşînê her dem didomînin.
Şêwazê 'T' yê têkoşînê; ew e ku tu qaîdeyên wê yên 'meqbûl' nîn in û ji bo 'exlaqê' gotin û tevgerên xwe sînordar nake. Tişta ku dixwaze li ber çavan e; daxwaza wê/wî, vegerandina tiştên ku ji me hatine dizîn e. Têkoşîna me ya şipşil, tevera û mizmizok, ji bo her tevgereke polîtîk vegirtî ye.
Em dema ji bo hevalên xwe yên windakirî û ji bo girtina şîna wan têdikoşin; li aliyekî din jî em şîna wan xeyalên xwe yên ku me pêk neanîne digirin. Em bêyî ku rabirdûyê paşguh bikin, qîmetê didin îro û bêyî ku dest ji siberojê berdin, rêya xwe didomînin. Em xeyalên xwe, qadên xwe yên rêxistinkirinê yên ku xeyalên me dikin rastî û wê pêşeroja ku em ê ava bikin, her roj bi hev re ava dikin.
Em xeyal dikin, dibe rastî. Em ne tenê xwe, em cîhanê jî didin gerandin û diguherînin. Avakarên siberojê em in.
“XEYAL-EKA TRANSAN"
"Her transek, bêyî ku temenê xwe li ber çavan bigire, dê jiyana xwe bi xwe ava bike. Têkoşîna me ne bi mirinê û pîrbûn/kalbûnê re bû; pirsgirêka me ew bû ku em pîr /kal nedibûn û dihatin kuştin. Dema ew roj hat, T dê bi rehetî ji bo mirinên xwe yên di wextê xwe de bigirîn û şînên xwe li gorî dilê xwe bigirin.
Çi bi serê me tînin bila bînin, lê nikarin xeyalên me bidizin. Em ji bo pêkanîna tiştên nepêkan hatine dinyayê; em her roj şêwazê T ya bedenê, zayendîtiyê, têkoşînê û civakê ji nû ve hildiberînin. Em çawa wan embriyoyên ku di bedena xwe de naxwazin, derdixin û diavêjin, em ê wisa koka wan polîtîkayên dewletê yên ku bedenên transan xesandine jî bikolin.
Mafê diyarkirina qedera bedenên me di destê me de ye. Em ê ji bo bikaranîna hormonan an jî ji bo pêvajoyên lihevanîna bedenê ne li benda destûra dewletê, ne ya malbatê û ne jî ya hevjînê/a xwe bin.
"XEYAL-EKA DIN A TRANSAN"
"Têkoşîna mafdar a gelan dê wekî mijekê li her derê cîhanê belav bibe, wê demê dê sînor qels bibin û winda bibin. Peyvên 'şer' û 'aştî' dê tenê bibin navên hin hevalên me; wekî bîranîneke nostaljîk…
Divê em we her dem red û fesix bikin! Em vê rejîma nijadperest a zayendî û kedê red dikin; ku tê de keda me ya biheq an bêheq tê mêjandin; jin tên qetilkirin; gelên Rojhilata Navîn û Başûr rastî komkujî û dagirkeriyê tên; koçber, lûbunya, astengdar ji derveyî pergalê tên hîştin û ajal tên maldarkirin û tên qetilkirin. Li Filîstîn, Rojava, Sûriye, Îran û li gelek derên cîhanê, bi şerên ku dewletên emperyalîst derxistine bi hezaran mirov tên qetilkirin; em vê nîzama mêtinger fesix dikin
Em trans, fêrî xeyalan bûne. Carinan em bedena xwe, carinan dinyaya xwe û carinan jî siberoja xwe xeyal dikin. Bi salan e me bi wan tiştên ku me xeyal kirine; kolan, bajar, xwe û civak guherand.
VA “XEYAL-EKA DIN A TRANSAN"
"Zordestiya ku mirovan li ser xweza û ajalan ava kiriye dê ji holê rabe. Mirov dê sînorê xwe bizanibe. Dê sînorên mirovan jê re were nîşandan. Em ê sînorê xwe bizanibe.
Em xeyal dikin: Jiyaneke ku tê de malbata wekî 'pîroz' tê ferzkirin tune be; av û xwarina paqij a ku her kes dikare bigihîje hebe; zarokên trans tune neyên hesibandin; jin, qehpe û travestî neyên qetilkirin.
Kadın Kapısı, Voltrans, Kapsama Alanı, Amargi, Aligül, Greva Birçîbûnê ya 1987an, Berxwedana Kolana Ulkerê, transên ku Meşa Rûmetê ya Transan a yekem pêk anîn, GaniMet... Bi salan e em di têkoşîna xwe de di gelek deriyan re derbas bûn û gihîştin xeyalan. Me sînor afirandin û me di ser wan re baz dan.
Û "XEYAL-EKA DIN A TRANSAN"
"Dema wextê Tyê hat, dê hemû girtîgeh jixwe hatibin hilweşandin. Em trans, em şopdarên xeyalên bêkelepçe ne. Zindan, kelepçe û heta ew girtinên ku di mejiyê me de jî dê ji holê rabin. Em ê di aramiya valahî û kaosê de li derdorê bifirin; em ê bibin bayê poyrazê û dîsa, ji nû ve li ba bin.
Em li neynikê dinêrin û bedenekî din dibînin. Carinan newaya dengê me yê hundirîn cuda ye. Xeyala trans a beden û zayendîtiyê; di nava wî bedenî de cih nabe ku rejîma zayendê lê bûye maddî; ew li dijî xweza/çand/biyolojiya patriyarka ye; tu cudahiya taybet û giştî nîne, li şûna ku nevroza tiştên nehatine gotin bijî, dibêje 'ka kerem kin, meydan'; ziman û bedena wê travestî ye, daxwazên wê têr nabin, hîn bêtir dixwaze.
Dema em wan jiyanên ku ji me hatine dizîn paşve bigirin, em vê cîhanê ji nû ve dinivîsînin. Dema em çîroka xwe û bedena xwe ava bikin, em vê cîhanê ji nû ve dinivîsînin. Em jixwe ji her demê ve li vir in, em pir in û em ji xeyalên xwe venagerin. Em xurt in, em trans in.
Ji bo zêdekirina xeyalan,
Ji bo bibîrxistina xeyalkirinê,
Ji bo birina xeyalan ber bi siberojê ve,
Ji bo veguherandina xeyalan ber bi rastiyê ve,
EM TÊN!
12emîn Hefteya Rûmetê ya Transan a Stenbolê û 12emîn Meşa Rûmetê ya Transan a Stenbolê de dê di navbera 15-21ê Hezîranê de pêk werin. Bi hêviya ku em hevdu bibînin evîndara/ê min.
#XeyalaTransan
#DemaT
#TransPride"
(AY)

