Di serdemeke ku sepanên ji bo sînorkirina xûyabûn û hebûna wan a li qada giştî berdewam dikin de; LGBTÎ+ Hefte û Meşa Rûmetê wekî qada hatina cem hev, derbirîn û piştevanîyê dibîne û vê israra xwe didomîne.
Komîteya Hefteya Rûmetê ya Stenbolê ku bi salan e bi qedexe û astengiyan re rû bi rû ye; duh (26ê Nîsanê) temaya 34emîn a Hefteya Rûmetê ya LGBTİ+yan ya Stenbolê wekî 'AŞKERE Û ZELALÎ' ragihand.
Daxuyaniya komîteyê a têkildarî Hefteya Rûmetê a ku wê di navbera 22-28ê Hezîranê de pêk bê, weha ye:
Em li dijî hemû pergal û desthilatdariyên ku jiyana me dagir dikin, me îstîsmar dikin, kontrol dikin û hewl didin me dîsiplîne bikin û tune bihesibînin, bi eşkereyî xwe birêxistin dikin. Em sînorên ku ev pergal ji me re xêz dike red dikin; em ne tirsê, em wêrekî, piştevanî û berxwedanê mezin dikin. Wekî Hefteya Rûmetê ya LGBTİ+ ya Stenbolê; em dema Hefte û Meşa Rûmetê birêxistin dikin, him ji bo ku kolanan neterikînin têdikoşin, him jî veguherandina Meşa Rûmetê ya ji bo xeteke têkoşînê ya eşkere wekî wezîfeya xwe dibînin. Em temaya îsal radigihînin: AŞKERE Û ZELAL
Em aşkere ne, lewre em red dikin ku xwe veşêrin.
Em zelal in, lewre em nakevin nav sînorê exlaqê sîstemê.
Em bi her tiştên xwe li ber çavan e, lewre hebûna me nakeve nav sînorên we, ji sînorên we dibore.
Em lubunyayên ku her tim rêyekê dibînin û di qelîşkan re dikişin; me serê xwe li ber we netewand û em ê netewînin jî. Em ê aşkere û zelal bin. Em dizanin ku parastina zayendîtî, gotinên zayendî û nasnameyan, ne bi destûrên ji dewletê, saziyan an jî ji Serokomarê 12emîn, lê bi têkoşînê pêkan e. Lewma em bang dikin: Her kesê ku bêyî tirs, bêyî veşartin û bêyî ku serê xwe bitewîne, parçeyekî vê têkoşînê ye.
Em ji vir bangî her kesî dikin: Têkoşîna LGBTİ+yan ne tenê têkoşîna me LGBTİ+yan e; ew têkoşîna jinan, çîna karkeran, Elewiyan, Ermeniyan, Kurdan û ya hemû gelên bindest e. Têkoşîna LGBTİ+yan, yek ji xetên parastinê yên hevpar ên her têkoşînê ye û yek ji têkoşînên herî berxwedêr ên vê xakê ye. Em îsal her kesî vedixwînin ku bibin parçeyekî vê berxwedanê û xwedî li têkoşîna me derkevin. Em careke din radigihînin: Em ji têkoşîna yekbûyî venakişin.
Em ê biçin 8ê Adarê, bîranîna Komkujiya Pirsûsê, em ê ligel Dayikên Şemiyê bin, em ê biçin Newrozê, em ê biçin bîranîna Komkujiya Madimakê, em ê piştgirên têkoşîna çîna karkeran bin, em ê ji bo Hrant edalet bixwazin, em ê dijî qirkirina li Filîstînê biqîrin, em ê Roboskiyê bibîrbînin û em ê ji bo ajalan edaletê bixwazin. Em ê xwe ji vana şûnve negirin.
Di vê serdemê de ku şer, qirkirin, nefret û înkar zêde dibe, em bêdeng namînin. Li hemberî faşîzmê em tenê bi saxmayînê nasekinin; em ê serî netewînin û di vê de bi israr bin. EM Ê AŞKERE Û ZELAL BIN.
Tiştên ku anîn serê me, me ji bîr nekirine û em ê ji bîr nekin. Em bi eşkereyî dibêjin: Jiyanên me tekane û wekhev in; heta em vê bi dest nexin em ranawestin. Em ê birînên xwe bi hêrs û têkoşînê bipêçin; her çend carinan em bitirsin jî, em ê piştevaniya hev bikin û vê bidomînin.
Daxwazên me nabe mijara bazarîyê. Gihîştina bêşert a LGBTİ+yan bi taybetî a kêmendam, înterseks û transan ya ji xizmetên tenduristî, stargeh, tenduristiya derûnî û piştgiriya hiqûqî mafek e. Tevî astengiyên bijîşkî û burokratîk ên ku dixwazin bixin pêşiya pêvajoyên lihevhatinê; tevî cezayên bi hinceta “exlaqê giştî' û 'mistehcenîyê'; tevî mekanîzmayên desteserkirin û zextê, em LGBTİ+ em ê li ser jiyan û bedena xwe zordestiyê qebûl nekin. Xuyaîbûna me; ji gotina me ya kesane ya piçûk heta kêfxweşiya me ya jiyanê, ji hêrsa me heta berxwedana me ya xurt, îlaneke eşkere ye ku em bi her awayî hene.
Em cîhanekê dixwazin ku lê saxmayîn ne îmtiyazek be; dewlet û patrîyarka biryarê nedin ka jiyana kê bi qîmet e û kî dikare bijî. Em cîhanekê dixwazin ku temenê jiyanê ne li gorî nasnameyê be. Em cîhanekê dixwazin ku lê karkeriya seksê neyê krîmînalîzekirin, ked neyê mêjandin, LGBTİ+ bi azadî bijîn û pîr û kal bibin; cîhanekê ku heta mafê me yê şînê jî neyê kontrolkirin.
Hinek ji bo vê dibêjin utopya; lê em dibêjin tiştekî teqez e. Em destûrê naxwazin. Em li gorî we najîn. Em paşve gav naavêjin. Em hevalên xwe yên têkoşînê yên ku me winda kirine, careke din bi rêzdarî bi bîr tînin; em silavên xwe yên bi hesret dişînin ji bo hemû dostên xwe yên lubunya yên ku neçar mane vê xakê biterikînin, lê em dizanin ku bê sedem neçûne û çav û guhên wan li ser me ne. Em ê bê guman rojekê bigihîjin hev!
(TY/AY)
