Selahattin Demirtaş dê bi malbata Rojin Kabaiş re hevdîtinê bike
Parêzerên Demirtaş li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek dan û derbarê dîrok û naveroka hevdîtinê de zanyarî belav kirin.
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaşê ku di Girtîgeha Edirneyê de girtî ye, dê roja Yekşemê (5ê Tîrmehê) saet di 10.00an de bi bavê Rojîn Kabaişê Nizamettin Kabaiş û apê wê Ahmet Kabaiş re hevdîtinê bike.
Parêzerên Demirtaş li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek belav kirin û dîrok û naveroka vê hevdîtinê parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de dê dosya Rojîn Kabaişê bi hûrgulî bigirin dest.
Parêzeran dan zanîn ku Demirtaş ji bo ku pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopîne dosya bi her awayî vekolandiye û wan bixwe jî bi berdewamî derbarê geşedanan de agahî dane wî.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.