Selahattin Demirtaş dê bi bavê Narîn Guranê re hevdîtinê bike
Tê çaverêkirin ku Demirtaş piştî hevdîtina bi bavê Narînê, Arif Guran re dê daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî belav bike.
Hevserokê Giştî ê Berê ê HDPê Selahattin Demirtaş ku ev zêdetirî 10 sal in di Girtîgeha Edirneyê de tê ragirtin, dê bi Arif Guran, bavê Narin Guran a 8 salî ku li Amedê hatibû kuştin re hevdîtinê bike.
Hevdîtin dê bi destûra taybet a Wezareta Dadê sibê (31ê Tîrmehê Roja Îniyê) di saet 10.00an de pêk were.
Hate hînbûn ku Demirtaş dosyaya doza kuştina Narin Guranê bi rêya parêzeran peyda kiriye û bi berfirehî lêkolîn kiriye; tê çaverêkirin ku ew piştî hevdîtinê Demîrtaş dê daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî belav bike.
Demirtaş berê jî bi malbata Rojin Kabaiş re ku li Vanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, hevdîtin kiribû.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.