Wezareta Navxweyî ragihandiye ku Şaredarê Kuşadasiyê Omer Gunelê ku hatibû girtin, ji erkên xwe bi awayekî demkî hatiye dûrxistin.
Wezaretê aşkere kiriye ku biryara ji bo Gunelê ku girtî ye di çarçoveya lêpirsîna "bertîl"ê a tê birêvebirin de hatiye girtin. Her weha wezaretê diyar kiriye ku Gunel ji aliyê Wezareta Navxweyî ve weke tedbîrek demkî li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393an ji wezîfeyê hatiye girtin.
Çi bûbû?
Di 13ê Adara 2026an de Omer Gunel jî di nav de 6 kes li Aydin, Îzmîr û Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de li ser îdiayên “bertîl û diziyê” hatin desteserkirin. Piştre Gunel bi biryara dadgehê hate girtin.
(EMK/AY)
