Şaredara Kobaniyê Almaz Romî bi amadebûna cîgirê serokatiya şaredariyê Ebdulxenî Muslim û endamên Meclisa Rêveber a Şaredariyê dest bi peywira xwe kir.
Beriya çend rojan şandeyek ji Rêveberiya Kobaniyê û hin kesayetên siyasî serdana bajarê Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Şaredara Kobanê ji aliyê Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat tayînkirin.

Elmaz Romî bû Seroka Şaredariya Kobaniyê
Bi amadebûna şandeyek ji hikumeta demkî ya ji parêzgeha Helebê, endamên Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê û nûnerên ji Rêveberiya Kobaniyê Almaz Romî erkên xwe yên Serokatiya Şaredariya bajarê Kobanê wergirtin û Muslim Ebdulxenî jî wek cîgirê wê hat tayînkirin.
Piştî merasîma wergirtinê, Şaredara Kobaniyê Almaz Romî li pêş avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kobaniyê axivî û got:
“Li gorî tedbîrên peymana 29ê Çileyê, wê saziyên bi saziyên hikumetê re entegre bibin. Me îro li Kobanê proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobaniyê li nava Şaredariya Giştî ya Gel dest pê kir. Ji bo vê yekê me beriya 2 rojan civînek bi Parêzgarê Helebê re li dar xist û wek Şaredara Kobaniyê hatim erkdarkirin.”
“Me îro erkên xwe weke Şaredara Kobanê wergirtin, me Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobaniyê ava kir, da ku em wek tîmekê xebatên herî baş pêşkêşî gelê xwe bikin. Em wêneyekî baş û xweşiktir pêşkêş bikin, her tim di xizmetî gelê xwe de bin û pêdiviyên wan tevahî pêk bînin.”
Endamên Meclisê ev in:
Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo.
(AY)

