Şandeya Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive
Endamên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro di seat 16:00an de bi Serokkomar Tayîp Erdogan re bicivin.
Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro li Beştepeyê Qesra Serokkomariyê bi Serokkomar Tayîp Erdogan re di seat 16:00an de hevdîtinê pêk bînin.
Qanûna Çarçoveyê ji bo pesendkirinê ji Erdogan re hat şandin
12 Tebax 2026
Pêşnûmeya bi sernava "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn ji bo erêkirinê di 12ê Tebaxê de pêşkeşî Erdogan hatibû kirin.
Di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî a Parlamentoyê di dengdanê de 467 parlamenteran dengê "erê", 87an dengê "na" dabû û 7 parlamenter jî bêalî mabûn.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.