Bi meha payîzê re li Amedê konser li ser konseran, ji festîvala belgefilman heta gelek pêşengehan hemû di meha îlonê destpê kirin û di cotmehê de hê jî didomin. Vêce ya rastî jî ji şano, konser, festîval û kar û hwd li aliyekî hiştin min ji zû de berê xwe nedabû taxên Sûrê. Roja yekşemê bi bêhna bayê payîzê re min berê xwe da kuçeyên Sûrê. Bi rastî mehên payîzê pir li bejn û bala kûçe, cihên dîrokî yên Amedê tê.
Hê wisa di nav vê kêfxweşiya ku min û hevalên xwe di kuçeyên Ameda rengîn de dikir me xwe berda ber bi taxa Lale Bey û di wan kûçeyan de me silav didan kesên li ber derî rûniştî û em diçûn.
Deriyê xaniyekî ji yê berê vekirî bû û sê jin rûniştibûn. Min û hevalên xwe me silav dan wan û bi silava me re çavê min li alavên kevnare yên li pişt wan ket. Bêguman ez wek jineke ku ji tiştên kevnare hes dike; bala min kişand û ez ber bi derî ve çûm. Bi pirsa min a ‘ev mala ku bûye mûze ya kê ji we ye?’ xaltiya Sabîha bi kenekî xweş xwe da pêş û got welle xaniyê min e.
Vêce ka werin ez ji were behsa çîroka Sabîha Gûndûz bikim a ku weke arkeologekê tevgeriyayê û mala xwe bi amûrên ku her yek ji wan ji deverên cûda dane hev û têxistiye mûze.
Çîroka jineke dîrokhez
Sabîha Gûndûz 54 salî ye. Ji Amedê ye û li Sûrê ji dayik bûye û hertim li taxa Alî Paşayê jiyana xwe berdewam kiriye. Li çend sal berê ji ber Veguherîna Bajêr (Kentsel Donuşûm)ê xaniyên wan ê Alî Paşayê hatiye xerakirin û bi malbata xwe re bar kiriye hatiye taxa Lale Bey ya girêdayî navçeya Sûrê. Ji zaroktiya xwe ve meyl û meraqa wê li ser amûrên kevnar û tiştên berê hebûn û her tim ew dane hev. Bi taybetî ji mala xwe û yên cîranan ên ku di encama veguherîna bajêr de hatine xerakirin, kevir, amûr û alavên kevnare dide hev:
“Piştî ku taxa Alî Paşa hat xerakirinê, cîranên me yên ku di malên wan de kevirên berê hebûn, loqên wan heyî anîn dan min. Ji ber ku tevan dizanî bû ez amûr û alavên kevin didim hev û pir ji wan hez dikim. Dema me mala xwe anî vê taxê jî êdî dilê min nehişt ku ez yekî jî li wir bihêlim û min tev anîn û bi vî şeklî ez wan diparêzim.”
“Ez hatim 54 saliya xwe hê jî amûrên kevnare kom dikim”
Gunduzê dema qala hezkirina xwe ya li hemberî berhem û amûrên dîrokî dike her hevokeke bi kelecan û mîna evînekê derdikeve: “Dema ez hatime dine, min çavê xwe di malake kevnare de vekiriye. Mala bavê min jî ji xaniyên Amedê yê kevnare ye. Di hewşê de hewiz, bîra avê heye û bi kevirên berê hatiye çêkirinê. Yanî ev hezkirin dema ez gede bûm destpê kir, di gedetiya min de tarîx di hundirê me de bû. Her ku ez mezin bûm û zewicîm, zarokên min jî çêbûn hê jî ez ji amûrên kevin pir hez dikim û wan didim hev. Vaye ez 54 salî me hê jî didim hev û wan diparêzim.”
Dema Sabîha Gûndûz diaxivî min jî çavê xwe li amûr û alavên heyî digerand. Ji cêrên mezin yên ku berê genim û cureyên zad diketinê de heta çira, pêlava şîn, serikê sutûnan, destar, conî, das, meqesa kaviran, saetên berê, dasik, bêjing, misîn û sifrîkên bafûnî û gelek amûr û alavên ku ez navê wan nizanim li ber çavên min ketin. Kûp ango cêrê mezin ên li hewşê bi zad, xwê û hwd tije kiribûn.
Bîranîneke Gunduzê ya li ser kûpan
Sabîha Gûndûz bala dikşîne ser bîranîneke xwe ya di navbera wê û bavê wê de derbas bûye: “Rojekê bavê min ji bo mêşê hinguv hewl dide kûpekî ku min nedihişt ti kes destê xwe bidiye, qul bike. Dema min bihîst bi lez ez hatim min ji destê wî derxist û min go ji bo Xwûdê ev dîrok e dîrok. Vî kûpî qul neke ez ê herim ji çarşiyê yekî nû ji te re bistînim. Li ser vê yekê bavê wê bertek nîşan dide û dibêje ‘here kûpê xwe ji vê malê bibe’.”
”Di cihê xaniyên kevnar de vîllayên derewîn ava kirin”
Sabîha Gûndûz di axaftina xwe de balê dikşîne ser xaniyên kevnare yên ku di bin navê Veguherîna Bajêr de hatin xerakirinê û wiha dibêje: “Li Alî Paşa di cihê wan xaniyên kevnare de qaşo vîlla çêkirin. Ez vê mala xwe nadim bi wan vîllayê derewcî. Tenê du sê heb xaniyên kevnare li Alî Paşayê hiştin, yên din hemû hatin xerakirin. Tenê ev hin parçeyên berhemên kevnare jî di destê min de man.”
“Ez ê di malake mezintir de muzeyê vekim”
Ji ber ku xaniyê Sabîhayê têra amûr û alavên wê yên kevnare nekiriye, hin ji wan amûran birine mala bavê xwe û xwîşka xwe. Wan li wir wan diparêze: “Ger Xwûdê Teala bixe qismet ez ê rojekê malake mezin ava bikim û van amûr û alavên xwe tevan têxim wî xaniyî û ez ê têxim wek mûzeyeke mezin.” (WT/FD)