Rojnameger Hazar Dost serbest bû
Rojnameger Hazar Dost ku bi hinceta dosyayeke çalakiyeke di sala 2018an de hatibû desteserkirin, îro serbest hat berdan.
Dost ê ku şev di qereqolê de derbas kir, serê sibê sewqî Edliyeya Kuçukçekmeceyê hat kirin. Dost li edliyeyê îfade da û piştî îfadeyê serbest hat berdan.
Piştî serbestberdana Dost, rojnameger Dogu Eroglu daxuyaniyek da û ragihand ku li emniyetê îşkence li Dost hatiye kirin. Eroglu weha got:
“Hevalê me yê rojnameger Hazar Dost serbest bû. Serbest bû lê belê li qereqolê li seranserê şevê destûr nedanê ku biçe tuvaletê û nehiştin bigihîje dermanên xwe yên bi reçete. Dema ku birine Çaglayanê polîsan li wesayîtê de lêdane û heqaret lê kirine. Jixwe şopên derbkirinê li ser laşê wî diyar in."
Rojnameger Hazar Dost jî derbarê tûndkariya ku li wî hatiye kirin de wiha axivî:
“Ji bo her kesî silav. Xwendina peyamên we yên piştgirî û piştevaniyê heyecana min a ji bo rojnamegeriyê hîn bêtir zêde kir. Baş e ku hûn hene.
Ji duh dema ku ez hatim desteserkirin û pê de, destûr nedan ku ez biçim tuvaletê. Ez neçar mam ku di nezarethaneyê de di hundirê şûşeyeke avê ya plastîk de pêdiviya xwe bi cih bînim.
Tevî ku min dermanên xwe yên ku divê bikar bînim gelek caran daxwaz kirin jî, neanîn.
Serê sibê, ji aliyê tîma ku ez dibirim Çaglayanê ve di nav wesayîtê de rûbirûyê çêr û heqaretan bûm. Dema ku em ê biketana Nezaretxaneya Çaglayanê, polîsan ez ji kesên din veqetandim, xwestin bi tûndkariyê min bixin nezaretxaneyê. Piştî ku min li ber xwe da, li ber çavên kamerayan tûndkariya fîzîkî li min kir.
Wekî rojnamegerekî, çavdêriya min a li ser ew kesên ku ji ber Lûtkeya NATOyê hatibûn desteserkirin û em bi hev re man, ku ew jî rastî îşkenceyê hatin, di cihekî cuda de rawestiyaye.
Em ê derbarê temamê vê pêvajoyê de gilî bikin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye.”
(HA/AY)