Rojnameger Buse Sogutlu û Ceren Erdogdu hatin berdan
Edîtora nûçeyên derve ya T24ê Buse Sogutlu û edîtora Oda TVyê Ceren Erdogdu bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamegerên ku di çarçoveya operasyona beriya Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de di 5ê Tîrmehê de hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê yên 8ê Tîrmehê, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê biryara berdana Sogutlu û Erdoğdu ya bi şertê kontrola edlî da.
Li aliyê din tê payîn ku nûçegihanê Niha+ê Abbas Vural ê ku ji bo bianetê jî nûçe çêdikirin, îro sewqî dadgehê were kirin.
Çar roj desteserkirî man
Sogutlu û Erdogdu, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat rêvebirin de, di operasyonan de hatibûn desteserkirin.
Di van operasyonan de tevî rojnamegeran, parêzer, akademisyen û nûnerên saziyên sivîl jî hatibûn desteserkirin. Her deha hatibû ragihandina ku mafê hevdîtina girtiyan a bi parêzerên wan re ji bo 24 saetan hatiye sînordarkirin.
Saziyên pîşeyî yên rojnamevaniyê bertek nîşanî desteserkirina rojnamevanan dabûn.
(HA/AY)