Rojnameger Abbas Vural bi şertê kontrola edlî serbest bû
Rojnameger Abbas Vural ê ku di çarçoveya operasyonên beriya Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê hatibû desteserkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Nûçegîhanê Niha+ê Abbas Vural bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina nefret û kîndariyê ya di nava gel de” hate sûcdarkirin. Her weha Vural ji bo bianetê jî nûçeyan çêdike.
Piştî desteserkirina bi 4 rojan Vural şandin Edliyeya Kocaeliyê. Piştre dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir.
Piştî îfadeya xwe li dadgehê da, dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve Vural serbest kir. Vural wê 15ê rojan carekê biçe navenda polîsan û îmzeyê bide.
Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Operasyonên beriya Lûtkeya NATOyê
Operasyonên ku navenda wan Stenbol bû, serê sibeha 5ê Tîrmehê bi serdegirtina hevdem a malan a li gelek bajaran dest pê kirin.
Di operasyonan de ligel parêzeran, rojnamevan, xwendekar, endamên komeleyan û nûnerên partiyên siyasî jî hatin desteserkirin.
Hate ragihandin ku lêpirsîn bi îdiaya “rêxistina ciwanan a THKP/C DEV-YOLê” tê birêvebirin. Rêxistinên mafên mirovan û saziyên pîşeyî li dijî van desteserkirin û girtinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku armanca van operasyonên beriya Lûtkeya NATOyê, tepisandina mûxalîf, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan e.
(HA/AY)