Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê(IHR) ku navenda wê li Norwecê ye derbarê darvekirinên li Îranê de raporek belav kir.
Rêxistinê destnîşan kiriye ku rejîma Îranê îsal herî kêm 1000 kes darve kirine.
Her weha li gorî daneyên rêxistinê ev hejmar di 30 salên dawî de ya herî bilind e.
Li gorî nûçeya Rûdawê di raporê de hatiye diyarkirin ku tenê di hefteya borî de 64 kes hatine darvekirin ku ev yek tê wateyê ku rojane zêdetirî 9 kes tên darvekirin.

Di Tebaxê de 197 kes li Îran û Rojhilatê hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê tekez kir ku piraniya kesên hatine îdamkirin bi tohmetên têkildarî madeyên hişbir hatine mehkûmkirin.
Li gorî rêxistinê, ev biryar piştî "dadgehkirinên çend xulekî" li dadgehên şoreşê tên dayîn ku ti standardên darizandineke adilane li ber çavan nagirin.
Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem, ev pêla îdaman wekî "tawana li dijî mirovahiyê" bi nav kiriye û xwestiye civaka navneteweyî bertekeke lezgîn nîşan bide.
Mehmûd Emîrî Muqedem her wiha hişyarî daye û gotiye, "Komara Îslamî îdamê wekî amûrekê ji bo çêkirina tirsê û kontrolkirina civakê bi kar tîne."

Li Rojhilatê û Îranê di 6 mehan de 400 kes hatine darvekirin
(AY)

