Platforma Şanoyên Kadıkoyê: Dikên şanoyê û navendên çandê, malên çandî yên hevpar ên civakê ne
Platforma Şanoyên Kadıkoyê, metnek ji bo karanîna dikên şanoyê û navendên çandê yên Şaredariya Kadıkoyê pêşkêşî şaredariyê kir. Metin bi sernavê “Rêgez û Pêşniyarên Têkildarî Karanîna Adil, Zelal û Beşdarvan ya Dîkên Şanoya Civakî" hatiye amadekirin.
Platformê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê ev mijar ne tenê li ser navê lîstik, hunermend ango saziyên diyarkirî, lêbelê divê di çarçoveya polîtîkayên çandî yên giştî de were nirxandin.
Platformê di daxuyaniya xwe de weha got: “Dikên şanoyê û navendên çandê yên Kadıkoyê, dewlemendiyên çandî yên hevpar ên civakê ne. Armanca bingehîn a van cihan ne bidestxistina dahatek e; piştgirîkirina hilberîna çandî û geşkirina pirrengiya çandê ye."
"Huner bi terezî û qantaran nayê pîvandin"
Di metnê de bi taybetî hat destnîşankirin ku di mijara karanîna çavkaniyên giştî de divê zelalî esas were girtin, piştgirî bide pirçandiyê û hilberîna herêmî û şanoyên serbixwe jî karibin bi rehetî ji dîkên giştî sûd wergirin.
Platformê diyar kir ku piştgirîkirina şanoyên herêmî ne daxwazeke ji bo îmtiyazê ye; belê nêzîkatiyeke polîtîkaya çandî ye ku armanca wê parastina wan torên hilberînê ye yên ku jiyana çandî ya Kadıkoyê pêkan dikin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku polîtîkayên çandî yên giştî nikarin tenê li gorî serkeftina gîşeyê an jî hejmara temaşevanan werin hûnandin:
"Nirxê hunerê tenê bi hejmara temaşevanan, rêjeya dagirtina salonan an jî bi dahateke zêde nayê pîvandin; huner bi terezî û qantaran nayê pîvandin."
Platformê destnîşan kir ku ev metna ku wan amade kiriye ne rexne ye, bangeke ji bo aqilê hevpar û hevkariyê ye; her wiha daxwaz kir ku di navbera Şaredariya Kadıkoyê û komên şanoyê de pêvajoyeke birêkûpêk a danûstandinê were avakirin.
(EK/AY)
*Ev nûçe ji aliyê Ecenaz Kayayê ve ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin