Platforma Jinan a Enqereyê, beriya lûtkeya NATOyê ya ku tê plankirin di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were, bi balafirên kaxizî çalakiyek li dar xist.
Endamên Platforma Jinan, li dirêjahiya Kolana Konurê balafirên kaxizî yên ku li ser wan “Netirse, ev balafir ji kaxizê ye” nivîsandî, firandin.
Platformê di nava balafirên kaxizî de ev nivîs, nivîsiye:
“Netirse, ev balafir ji kaxizê ye! Lê belê polîtîkayên şer ên NATOyê, bombeyan li ser mirovan de dibarînin. Jin û LBGTÎ+ dibêjin ‘na ji NATOyê re’!
Platforma Jinan a Enqereyê”
(EMK/AY)
