Pirtûka helbestan a Ayşe Nilufer Kurkçuyê derket: "Aklımdan Çıkmıyor Hiç Yaptığın Şey"
Pirtûka helbestan a Ayşe Nilufer Kurkçuyê ya bi navê "Aklımdan Çıkmıyor Hiç Yaptığın Şey"( Tiştê ku te kirî qet ji bîra min naçe) bi etîketa Ardis Kitap (Weşanxaneya Ardisê) dê li firoşgehên online û pirtûkxaneyan bi dest bikeve.
Berhem bi mijarên weke evîn, mirin, bîranîn û hebûnê hatiye hûnandin û xwîneran vedixwîne nav rêwîtiyeke ku ji berovajiyan pêk te.
Kurkçu di helbestên xwe de vebêjiyeke wusa ava dike ku tê de sînorên navbera mirov, ajal û xwezayê radibin; hestên weke xem, şerm û bêçaretiyê jî tevlî hev dibin.
Ji bultena danasînê:
Tiştê ku te kirî qet ji bîra min naçe
Te ew tişta giran çawa hilgirt
Ji wê derê bir wê derê
Ji wê derê anî vê derê jî
Gelo ji vir birin ku derê?
Te ew şev çawa
Borand, rakir, hilgirt
Û hinekî bi dû xwe re kaş kir
Derbarê Ayşe Nilufer Kurkçuyê de
Doktora felsefeyê ye.
Doktora xwe di sala 2012an de li Zanîngeha Paris 1 Sorbonne Panthéonê bi teza xwe ya "Beden û Heqîqet"ê qedand.
Di sala 2000î de ji bo rêzepirtûkên Weşanxaneya İmgeyê, pirtûka Edmond Jabès a bi navê Chansons pour le repas de l’ogre wergerand. Ji xwendin û nivîsandina helbestan pir hez dike.
Kurkçu di 19ê Îlona 1977an de ji dayîk bûye.
(AY/TY)