Paşinyan di hilbijartinan de li pêş e
Li Ermenistanê bi vebûna ji sedî 48,22ê sindoqên hilbijartinên parlamentoyê, Partiya Peymana Sîvîl a di bin rêberiya Serokwezîr Nikol Paşinyan de, bi girtina ji sedî 50,89ê dangan di pêşbaziyê de li pêş e.
Li gorî nûçeyên ku Ajansa Anadolûyê (AA) ku ji saet 04:40an ve ji çapemeniya Ermenistanê berhev kiriye; Komisyona Bilind a Hilbijartinê, encamên hilbijartinê yên ku ji 1161 sindoqan hatine ragihand.
Li gorî encamên jimartina ji sedî 48,22ê sindoqên ku hatine vekirin, Partiya Peymana Sîvîl a Serokwezîr Paşinyan, ji sedî 50,89ê dangan stend û di hilbijartinê de yekem e.
Li dû Partiya Peymana Sîvîl, bi rêjeya ji sedî 23,23an pêkhateya Ermenistana Hêzdar a karsaz Samvel Karapetyan û bi rêjeya ji sedî 9,59an jî Hevpeymaniya Ermenistanê ya Serokkomarê berê Robert Koçaryan tên.
Jimartina dangan berdewam dike, tê çaverêkirin ku encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoyê îro werin eşkere kirin.
Dê bi tenê hikûmetê ava bike
Paşinyan destnîşan kir ku encamên hilbijartinên parlamentoyê yên 7ê Hezîranê, bêyî ku hewcedarî bi koalîsyonekê hebe, ferman û destûrê dide Partiya Peymana Sîvîl ku bi tenê hikûmetê ava bike.
Paşinyan anî ziman ku partiya wî li gorî hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2021an piştgiriya zêdetir a dengderan bi dest xistiye û ev encam hem wekî giring û hem jî wekî dijwar bi nav kir."
(Mİ/AY)