Parlamentoya Ewropayê rapora Tirkiyeyê qebûl kir
Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora têkildarî Tirkiyeyê ya ku tê de rexneyên tund hene, bi 381 dengên “erê”, 107 dengên “na” û 171 dengên “bêalî” pejirand.
PEyê piştî dengdanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku tevî polîtîkaya firehbûnê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî, Tirkiyeyê ji ber kêmasiyên di reformên demokratîk de ev derfet ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çiqas Enqere her carê armanca xwe ya endamtiya YEyê dubare bike jî, hîn kêmasiyên bingehîn ên bandorê li vê pêvajoyê dikin çareser nekiriye.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
Li gorî raporê, tevî daxuyaniyên dubare yên hikûmeta Tirk ên ku girêdayîbûna xwe ya ji bo endamtiya YEyê piştrast dikin jî, kêmasiyên bingehîn ên bandorê li pêvajoya tevlîbûnê dikin hîn nehatine çareser kirin. Parlamenterên Ewropayê bang li hikûmeta Tirk dikin ku kêmasiyên kronîk ên di qadên serweriya hiqûqê, mafên mirovan, pîvanên demokratîk, azadiya çapemeniyê û azadiyên din ên bingehîn de sererast bike; her weha rêzê li têkiliyên cîrantiyê yên baş û hiqûqa navneteweyî bigire.
Parlamento xemgîn e ku Tirkiye binpêkirina mafên serweriyê yên dewletên endamên YEyê yên weke Yûnanîstan û Qibrîsê berdewam dike.
Rapor her weha berteka sînorî ya saziyên din ên YEyê û gelek welatên endam a li hemberî van geşedanan rexne dike û bang li wan dike ku ji bo parastina pîvanên demokratîk û serweriya hiqûqê ya li Tirkiyeyê helwesteke xurttir nîşan bidin."
Amor: Sazî û welat çavên xwe ji Tirkiyeyê re digirin
Raportorê Tirkiyeyê yê PEyê Nacho Sánchez Amor diyar kir ku Tirkiye bi lez ber bi modeleke otoriter a tam ve diçe û wiha axivî:
“Doza dawî ya li dijî partiya mûxalefetê ya sereke CHPê û rêveberiya wê ya rewa, mînakeke herî nû ya lawazbûna piralîbûna demokratîk û serweriya hiqûqê ye; ev doz nîşan dide ku dadwerî ji bo armancên siyasî wekî çekekê tê bikaranîn. Em ji ber bêdengiya Komîsyon, Servîsa Têkiliyên Derve ya Ewropayê û welatên endam di fikarên kûr de ne. Ev sazî û welat li hemberî tasfiyekirina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê çavên xwe digirin. Ev bêdengî zirarê dide nav û pêbaweriya YEyê.”
Qebûlkirina vê raporê nayê wateya biryareke nû ya muzakereyan, lê di warê nîşandana helwesta siyasî ya PEyê de girîng e. Muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê jixwe ji sala 2018an vir ve bi awayekî fiîlî sekinîne.
(HA/AY)