Parlamento wê di 1ê Tîrmehê de nekeve betlaneyê
Dema xebatê a Parlamentoyê dirêj bû. Biryara dirêjkirina dema xebatê ya Parlamentoyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî vê biryarê, Parlamento wê di 1ê Tîrmehê de nekeve betlaneyê û dê xebatên xwe berdewam bike.
Ev biryar di Kombûna 102yan a Lijneya Giştî de, li ser pêşniyara Cîgira Seroka Koma AKPyê Leyla Şahin Ustayê hat girtin.
Wekî hincet hat nîşandan ku gelek pêşniyarên qanûnan yên wekî peymanên hevkariya pîşesaziya parastinê û protokolên navneteweyî hîn bi dawî ne bûne.
Biryar bi dengdanê hat qebûlkirin, lê parlamenterên mûxalefetê bertek nîşan dan. Selçuk Ozdag ji Koma Yeni Yolê rexne kir ku Meclîs di dema civîna NATOyê de dixebite; Murat Emirê CHPî jî pêşniyar wekî ‘bêcidiyetî’ pênase kir û anî ziman ku hikûmet bêplan dixebite û divê rû bide ser pirsgirêkên civakî yên lezgîn.
Her weha mixalefetê bertek nîşanî biryarê da û got ku ev biryar 'bêserûberî' û 'ferzkirin' e.
Li gorî Xala 93yan a Destûra Bingehîn û Xala 5an a Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoyê, diviyabû parlamento roja çarşemê 1ê Tîrmeha 2026an biçûya bêhnvedanê.
Lê 16ê Hezîranê di Rûniştina 102yan a Desteya Giştî de biryar hat dayîn ku parlamento neçe bêhnvedanê û xebatên xwe bidomîne.
(HA/AY)