Ozgur Ozel ji CHPê veqetiya û partiya xwe ya nû aşkere kir
Serokê Giştî yê hilbijartî yê CHPyê Ozgur Ozel, di axaftina xwe ya di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de ragihand ku ew xatirê xwe ji CHPyê dixwaze û diyar kir ku ew dê li gel parlamenteran partiyeke nû ava bikin.
Ozel cara dawî weke Serokê Giştî yê hilbijartî yê CHPyê di civîna komê de axivî û axaftina xwe bi peyamekî xatirxwestinê ya hestiyar dest pê kir.
Ji bo piştgiriya Ozel, zêdetirî 80 parlamenterên CHPyê hatin eywanê. Ozgur Ozel qala têkoşîna hiqûqî ya di nava partiyê de kir û bi gotina "Her dawî destpêkek e" ket eywanê.
Ozel weha got: "Îro ez bi hestên ji her carê cûdatir, dibe ku bi xemgîniya xatirxwestineke ku dema wê hatiye, derketim ser vî kursiyî" û diyar kir ku pêvajoya ji Mijdara 2023an vir ve qewimî ye, dê wekî serdemeke girîng derbasî dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bibe.
Ozel wiha axivî: "Dema her tişt bi dawî bibe jî, em ê qet tiştan ji bîr nekin. Dîrok dê binivîse ku îro kî li ku derê disekine."
"Di CHPyê de feraseta rêveberiyê guherî"
Özel behsa pêvajoya kongreyê kir û bi bîr xist ku bi serkeftina di rikiberiya serokatiya giştî de, di dîroka CHPyê de cara yekem e ku serokê giştî yê li ser kar bi hilbijartinê hatiye guhertin.
Ozel diyar kir ku ev guherîn tenê bi navan re sînordar nîne û got: "Wê rojê tenê serokê giştî neguherî; di partiyê û welat de feraseta rêveberiyê guherî. Di şûna feraseta 'dê çipeçip (bê dilê xwe) deng bidin' de, feraseteke ku guh dide kolanê, rêxistinê û endaman hat."
"Nakarin me parçe bikin"
Ozel pêvajoyê kir ku partî pê re rû bi rû maye nirxand û bal kişand ser kevneşopiya kûr a siyasî ya CHPyê û weha got:
"Navê partiyê diguhere, logoya wê diguhere, roj tê dem diguhere lê nakarin me parçe bikin. Em tevahiyek in û qet nakarin vê tevahiyê xera bikin."
Ozel operasyonên li dijî serokên şaredariyan jî rexne kirin û îdîa kir ku desthilatdarî bi armanca ku CHPyê "bêberendam, bêsazî û bêserok bihêle" tevdigere.
(EMK/AY)