Ozel li ber Deriyê Dîkmenê diaxive: Pêşî em ê kongreyê bikin, piştre em ê ji bo desthilatdariyê bimeşin
Nîqaş û tevlihevbûna ku li Meclîs beriya civîna komê ya CHPê dest pê kir, ji saetên sibehê ve veguherî ragêşiyê.
Pêvajoya di navbera Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê hilbijartî yê CHPê Ozgur Ozel de, derbasî Meclîsê bû. Kiliçdaroglû bi biryara 'betalbûna mitleq' hatibû ser Serokatiya Giştî ya CHPê.
Endamên partiyê yên ku piştgiriya Kılıçdaroglu û Ozel dikin, ji saetên zû yên sibehê ve hatin ber deriyê Meclîsê. Di navbera her du aliyan de li ber deriyên ketinê yên Dîkmen û Çankayayê dem bi dem alozî derket.
Piştî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş daxuyaniyek da, Kemal Kiliçdaroglu, ji bo ku civîna komê li Navenda Giştî ya CHPê saet di 14:00an de li dar bixe, bang li partiyiyan kir.
Parlamenterên ku piştgiriya Ozel dikin, ji saetên sibehê ve di Salona Mezin a Komê de li bendê ne. (Fotograf: Mahmut Tanal/X)"
12.20 | Ozel axivî
Ozel weha got, "Îro we li ber deriyê Meclîsê pêşî li darbeyê girt. Heger hûn nebûna, ew kesên ku sibeha Yekşemê saet 7an de mafê wan nîne di ber partiyê re jî derbas bibin, wê îro bihatana ber vî derî. Mîna mêvanên CHPê wê biketana hundir, wê dest deynîna ser civîna komê; û kursiyê ne didan serokê hilbijartî, wê bidan kesekî tayînkirî."
"Du deng tên: Yek jê kongre ye, yek jê desthilatdarî ye. Pêşî em ê kongreyê bikin, paşê em ê ber bi desthilatdariyê ve bimeşin. Ez bi we hemûyan serbilind im. Ez spasiya we hemûyan dikim. Ez dixwazim hûn bi gotinên hêviyê bimeşin, ne bi hêrsê. Bizanibin ku ez tu carî ji meşa îktîdarê tawîzê nadim û em ê tu carî we şermizar nekin.
10.50 | Kiliçdaroglu dê beşdarî civînê nabe
Li gorî nûçeya Sozcuyê, hat zanîn ku Serokê Giştî yê berê yê CHPê Kemal Kılıçdaroglu biryar daye ku dê beşdarî Civîna Koma CHPê ya ku dihate plankirin li Meclîsê were darxistin, nebe. Tê çaverêkirin ku Kılıçdaroglu di demeke nêz de derbarê mijarê de nirxandinekê bike. Parlamenterên nêzî Kemal Kiliçdaroglu li Meclîsê civînekê li dar dixin. Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind (YDK) jî tevlî civînê bûn. Nirxandina li ser rewşa dawî berdewam dike. Şêwirmendê Çapemeniyê yê Kılıçdaroglu, Atakan Sönmez got: "Biryarek ku dibêje civîna komê hatiye betalkirin tune ye. Hevdîtin û muzakere berdewam dikin."
Kılıçdaroğlu li ser hesabê xwe yê Xê Mansur Yavaş etîket kir û ev daxuyanî da:
"Min di salonên dadgehê de jî gotibû, îro ez li vir careke din radigihînim: Divê ew kesên ku çavdêriya serhildana gel a giştî dikin û dixwazin zarokên vê partiyê bikin dijminên hev, bizanibin ku; em ê tu carî rê nedin van armancên qirêj! Hewldanên derxistina tevliheviya navxweyî, tenê rê ji bo kesên ku heweskarên destwerdana derve ne xweş dike. Em ê vê lîstikê xira bikin! Niha ne dema şer e, dema mil bide milê hev e. Ez hemû rêhevalên xwe û ewladên vê çinarê ya kokdar vedixwînim aramî û aqilmendiyê. Îro roja xwedîderketina li korta bav û kalan (baba ocağı) e! Ez bang li hemû endamên partiya me û her welatiyekî ku dilê wî ji bo vê welatî lê dide dikim ku, saet di 14.00an de ji bo ku em mil bi mil civîneke komê li dar bixin, werin Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP). Em yek in û bi hev re ne."
10.40 | Ji ber ewlehiyê qedexeya serdanê
Serokatiya Meclîsê, qelebalixî û rîska ewlehiyê ya beriya civîna komê ya CHPê wekî hincet nîşan da û ketina serdankerên ji derve da sekinandin. Di agahdarkirina ku hat kirin de hat diyarkirin ku ji ber rîska ewlehiyê ya li ber deriyên Meclîsê, guhdarvan nayên girtinê ji bo civînê.
10.10 | Ozgur Ozel gihîşt Meclîsê
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, ji bo ku di civîna komê de biaxive çû Meclîsê. Dema li salonê amadehî dihat kirin, tevlîbûna qelebalix a piştgiran bal kişand.
09.15 | Parlamenterên nêzî Ozel ketin salonê
Parlamenterên nêzî Ozgur Ozel ketin salona ku wê Civîna Koma CHPê lê were darxistin. Di heman saetan de parlamenterên partiyên cuda yên ku ji bo civînên komên xwe li Meclîsê bûn jî li wir bûn. Serokê CHPê yê Bajêr ê Stenbolê Ozgur Çelik jî hat salona civînê.
Özgür Özel'i destekleyen milletvekilleri grup salonunda toplandı / TBMM #Canlı https://t.co/IOaTu6Imjv
— ANKA Haber Ajansı (@ankahabera) June 9, 2026
08.50 | Li derdora Meclîsê ewlehiya û alozî
Ji saetên sibehê ve li derdora Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê qelebalixiyeke mezin çêbû. Komên ku piştgiriya Kılıçdaroglu û Ozel dikin rûbirû hatin û dem bi dem nîqaşên devkî qewimîn. Hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîr girtin û derdora Meclîsê ji aliyê wesayîtên polîsan ve hat dorpêçkirin. Di dema ku aloziya di navbera aliyan de gur dibû, sloganên dijhev hatin avêtin. Hat dîtin ku li hinek cihan şûşeyên avê hatin avêtin û mudaxeleyên fîzîkî yên kurt-demî pêk hatin.
(EMK/AY)