Operasyonên Lûtkeya NATOyê: Yildiz Tar, Emel Memiş û xwebexşên TEMAyê serbest bûn
Beriya Lûtkeya NATOyê ya 2026an Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîna bi navê "operasyonên NATOyê" da dest pê kirin.
Di çarçoveya wê lêpirsînê de rojnameger Yildiz Tar, hîndekara Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî Doç. Dr. Emel Memiş, berdevka Umut-Senê Burcu Arikan û xwebexşên TEMAyê yên ku hatibûn girtin, piştî 4 hefteyan serbest bûn.
Kesên ku hatine berdan dê darizandina wan bi awayekî negirtî berdewam bike. Tê çaverêkirin ku wê di çarçoveya dosyayê de biryarên nû yên berdanê were dayîn.
Operasyona 23ê Hezîranê û girtinên bikomî
Lêpirsînê beriya Lûtkeya NATOyê ya di 7-8ê Tîrmehê de, di serê sibaha 23ê Hezîranê de bi serdagirtina malan de dest pê kir. Di operasyonên ku bi fermana Serdozgeriyê hatin kirin de, akademîsyen, rojnamevan, parêzer û nûnerên rêxistinên jîngeh û kedê jî di nav de , bi tevahî 225 kes hatin desteserkirin. Ji wan kesan 178 kes hatin girtin, ji bo 34 kesan biryara zîndanîkirina li malê dan û tenê 6 kes serbest hatin berdan.
Serdozgeriyê ragihand ku amanca operasyonan ewe ku "deşîfrekirina çalakî û xebatên rêxistinên terorê ye". Lê di pirsiyariyan de ji gumanbaran derbarê endamtiya komele/sendîkayan, çalakiyên ku tevlî bûne û xwepêşandanên li dijî NATOyê de pirs hatin kirin.
Çalakiyên jîngeh û kedê ketin dosyayê
Di lêpirsînê de xala ku herî zêde bû sedema nîqaşê ew bû ku çalakiyên qanûnî yên jîngeh û kedê bûn mijara sûcdariyê. Ji kesên desteserkirî tevlîbûna wan a di meşên karkerên Doruk Madencilikê de û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku tevlî bûne hatin pirsîn. Dozgeriyê îdîa kir ku dibe ku kesên desteserkirî di dema zirveyê de "çalakiyan li dar bixin", lê parêzeran diyar kirin ku dozgeriyan delîlên berbiçav esas negirtine, li gorî pêşbîniyan nirxandin kirin e.
Her wiha girtina Derhênera Weşana Giştî yê KAOS GLyê û mafparêza LGBTİ+yan Yildiz Tar, xwebexşên Weqfa TEMAyê û Doç. Dr. Memiş a bi îdîaya "endamtiya rêxistina çekdar", bû sedema bertekan û mafparêzan bi daxuyaniyan neheqiya van girtinan protesto kirin.
Beriya lûtkeyê li bajar tedbîrên awarte hatibûn girtin
Operasyon, beriya ku Walîtiya Enqereyê bi hêceta Lûtkeya NATOyê li seranserê bajarî ji bo 13 rojan hemû çalakî û xwepêşandan qedexe bikin, pêk hatin. Mafparêzan bal kişandin ser wê yekê ku ev qedexeya demdirêj a walîtiyê, mafê protestoya aştiyane bi awayekî bêpîvan binpê dike.
Walîtiya Enqereyê berê jî li 9 navçeyan ji bo ku karmend di dema Lûtkeya NATOyê de neçin ser karên xwe, betlane ragihandibû.
(AEK/AY)