Omer Karakaş ji İYİ Partiyê îstifa kir
Tê çaverêkirin ku îro di pîrozbahiya salvegera 25an a AKPê de Serokkomar Recep Tayyip Erdogan rozetê bi Karakaşî ve bike.
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Aydinê Omer Karakaş, ji partiya xwe îstifa kir.
Karakaş di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Ji ÎYÎ Partiya ku ez damezrîner û parlamenterê wê me, îstifa dikim."
Tê çaverêkirin ku îro di pîrozbahiya salvegera 25an a AKPê de Serokkomar Recep Tayyip Erdogan rozetê bi Karakaşî ve bike.
Duh (13ê Tebaxê) jî Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban ragihandibû ku wî ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiriye. Bi îstifaya Karakaş re, hejmara kursiyên ÎYÎ Partiyê yên li Meclîsê daket 27an.
Omer Karakaşê ku 14 salan sekreteriya Devlet Bahçeli kiribû, di sala 2017an de ji MHPê veqetiyabû û di pêvajoya avakirina ÎYÎ Partiyê de cih girtibû.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.