Ocalan: Ez Kadîr Înanir bi rêzdarî bi bîr tînim
Abdullah Ocalan, ji bo hunermend Kadir İnanirê ku di 77 saliya xwe de koça kir, ji Îmraliyê peyameke sersaxiyê şand.
Lîstikvan, derhêner û rewşenbîr Kadir İnanir ji ber zatûreyê û kêşeya henaseyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin duh di 26ê Hezîranê koça dawî kiribû, îro (28ê Hezîranê) dê bê binaxkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ez hunermendê mezin Kadîr Înanir ku di dilê gelê Tirkiyeyê de cih girtiye, bi rêzdarî bi bîr tînim.
Ew jî wek Yilmaz Guney û Sirri Sureyya nûnerê mezin ê xeta hunera sînameyê bû. Ew hunermendekî rasteqîn bû ji bo gel. Di dilê gel de xwedî nirxeke etîk û estetîkê bû. Yek jê pêşengên aqîlmend ê rast û bi israr ê pêvajoya aştiyê bû. Ew jî wekî Sirri Sureyya Onder şopdarê pêvajoya dawî ya aştiyê bû.
Ez bawer dikim ku dê Pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje serkeftinê. Bi vê serketinê dê ruhê wî şad be.
Ez sersaxiyê ji xizm, dostên wî re û ji gelên me re dixwazim û bi rêzdarî û hezkirin silav dikim.
Abdullah Ocalan
27ê Hezîrana 2026-Îmrali”
(VC/AY)