Nizar Amêdî di gera duyem a hilbijartinên li parlamentoya Iraqê de piraniya dengan bi dest xist. Di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariya Îraqê de ti namzedî nekarî dengên pêwîst ango 220 dengî bi dest bixe. Ji ber vê yekê hilbijartin ma gera duyem.
Li gorî encamên gera yekem, Nizar Amêdî û Musena Emîn ji bo gera duyem wekî namzedên serokkomariyê man. Nizar Amêdî di vê gerê de piraniya dengan bi dest xist û bû Serokkomarê Îraqê.
Hejmara dengan
Dengên ku her du namzedan bi dest xistine bi vî rengî ne:
Nizar Amêdî: 227 deng
Musena Emîn: 15 deng
Dengên betal: 7 deng
Di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ya li parlamentoyê de 249 parlamenter amade bûn. Di gera yekem de 252 parlamenter ji bo dengdanê amade bûn.
PDKyê ragihand ku ew dê bi Nizar Amêdî re dan û standinê nekin ku wekî serokkomarê Îraqê hatiye hilbijatin. Namzedê YNKyê Nizar Amêdî îro wekî serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
PDKê bertek nîşan da
Li gorî nûçeya Rûdawê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê şêwazê hilbijartina Serokkomarê Îraqê daxuyaniyek belav kir û ew şêwazê hilbijartinê red kir.
PDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew wî kesê ku bi vî awayî hatiye diyarkirin wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nabînin û ew dê pê re dan û standinê nekin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Îraqê li derveyî peyrewa navxweyî ya Parlamentoya Îraqê hat lidarxistin. PDKyê bal kişand ser binpêkirina qanûnê û got:
"Serokatiya Parlamentoyê bêyî ku guh bide peyrewa navxweyî ya encumenê, bernameya civînê diyar kir û ev jî binpêkirina qanûnê ye."
PDKyê derbarê namzedkirina Nizar Amêdî bertek nîşan da û got:
"Ew berbijêrê ku ji bo posta Serokkomariyê hatibû diyarkirin, li derveyî mekanîzmaya Kurdistanî bû. Di demekê de ku ev post mafê gelê Kurdistanê ye, ne yê partiyekê ye. Lê belê ev berbijêr ji bo vê postê ji aliyê partiyekê ve hat diyarkirin û çend aliyên pêkhateyên din ên Îraqê ew pesend kirin."
PDKyê destnîşan kir ku piştî ku wan rûniştina parlamentoyê boykot kir, diviyabû navê berbijêrê wan ji pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Îraqê bihata derxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo nirxandina rewşê û şêwirdariyê, her du fraksiyonên PDKyê vedigerin Herêma Kurdistanê.
Nizar Amêdî kî ye?
Nizar Mihemed Seîd Mihemed di qada siyasî de wekî "Nizar Amêdî" tê naskirin, di sala 1968'an de li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Nizar Amêdî di nava saziyên Îraqê de xwedî ezmûneke dirêj û dewlemend e.
Nizar Amêdî endezyarê mekanîkê ye û beşa Endezyariyê ya Zanîngeha Mûsilê qedandiye.
Serokomarê Îraqê yê nû di nava du dehsalên borî de di postên herî bilind ên dewleta Îraqê de cih girtiye.
Di kabîneya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de ji sala 2022'an heta dawiya 2024'an wekî Wezîrê Jîngehê kar kiriye.
Di navbera salên 2005 û 2022'an de şêwirmendê sê serokkomarên berê (Celal Talebanî, Fuad Masûm û Berhem Salih) bûye.
Beriya niha jî Nizar Amêdî endamê Polîtburoya YNK'ê û berpirsê Ofîsa Polîtburoyê ya partiya xwe li Bexdayê bû. Nizar Amêdî di gelek qadên navneteweyî de nûnertiya Îraqê û Herêma Kurdistanê kiriye.
Li ser asta navneteweyî, Nizar Amêdî endamê şandeya Îraqê bû ji bo lûtkeyên Lîga Erebî li Misir, Cezayîr, Tunis, Erebistana Siûdî û Kuweytê.
Hêjayî gotinê ye ku li gor destûra Îraqê ya ku 2005an de hate nivîsandin kursiyê Serokkomarê Îraqê divê para Kurdan be.
(AY)
