Li gorî daxuyaniya malbata stranbêj, bestekar û lîstiknivîsê Libnanî Ahmad Kaabour duh (26ê Adarê) dabû ji ber nexweşiya ku pê re bû, di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Mirina hunermend wekî girtina serdemekê hat nirxandin ku nifşekî muzîka protest a Erebî pênase dikir.
Li gorî nûçeya The New Arabê, malbata Kaabour ragihand ku nimêja cenazeyê dê îro li Beyrûtê were kirin. Cenaze dê ji Nexweşxaneya Al-Makassed a li Tarik el-Cedideyê bibin Mizgefta Al-Khashoggi û piştre jê wê li paytextê were definkirin.
Serokwezîrê berê yê Libnanê Saad Hariri piştî mirina wî peyameke sersaxiyê parve kir û Kaabour wekî "şopeke geş di rêwîtiya hunerê de" pênase kir. Hariri got ku dê dengê stranên wî her li kolanên Beyrûtê deng bide.
Kaabour ku di heman demê de nivîskarê lîstikan û fîgurekî girîng ê jiyana çandî ya Libnanê bû.
Her weha di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de jî serketî bû û di fîlma bi navê Carlos de weke karakterê Wadih Haddad, ku yek ji serokên Bereya Rizgariya Gel a Filistinê (FHKC) ye, cih girt.
Kaabour di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de berhemên xwe ji bo Filistinê hilberand û ji ber vê yekê gelek caran weke Filistinî dihat zanîn.
Wî ji başûr heta bakurê Libnanê, li Ewropayê û li seranserê cîhana Erebî bi sedan konser dan.
Şîn û Berxwedan
Kaabour di sala 1955an de li Beyrûtê ji dayik bû. Bavê wî Mahmoud al-Rashidi kemanjenekî navdar û ji pêşengên enstrûmanjenên nifşê xwe bû. Ciwaniya Kaabour di salên Şerê Navxweyî yê Libnanê de derbas bû; ev serdem bû sedem ku hem zimanê wî yê hunerî û hem jî nêrîna wî ya polîtîk şêwe bigire.
Li gorî L’Orient Todayê, ew di salên 1980yî de bi hunermendên wekî Ziad Rahbani, Fayek Hmaysi, Yaacoub Shedrawi û Rabih Mroueh re xebitî ye.
Berhema wî ya herî naskirî 'Ounadikom' (Ez bang li we dikim), ji helbesta helbestvanê Filistinî Tawfiq Ziad a sala 1966an hat amadekirin û di demeke kurt de bû wekî marşekê ji bo hemû cîhana Erebî."
Berhemên wî yên ku behsa koçberiya bi darê zorê, şer, sirgûn, nasname û windahiyan dikirin, hestên şînê û berxwedanê gihandin gelek nifşan.
(TY/AY)
