Li Stenbolê nijadperestan êrişî esnafekî Kurd kirin
Nuh û Abdurrahman Yildiz ên ku li meydana navçeya Sariyera Stenbolê dikana wan birinc hene, piştî êrîşan birin Nexweşxaneya Bajar a Prof. Dr. Cemil Taşcioglu.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di 14ê Tîrmehê de Adem Yildiz di dema aloziya bi esnafan re ji aliyê polîsên ku hatine cihê bûyerê ve hat desteserkirin û piştî 6 rojan hat berdan.
Nuh Yildiz diyar kir ku dikandarên nijadperest di 21ê Tîrmehê de bang li wan kirine û got:
“Aliyê din hewl da bi me re diyalogê deyne. Gotin 'Tiştekî nebaş qewimî. Em naxwazin bûyer mezintir bibe. Em esnaf in, heval hev in. Werin vir, em rûnên û li hev bikin.' Em sê kes çûn. Ger pêwîst ba me dê lêborîn jî bixwestana. Lê piştî ku dikan vekirin, êrişî me kirin. Bi çêran hewl dan li me bixin û li me bidin, tabelaya dikana me şikandin. Me hewl da ku pevçûnê bi dawî bikin. Pêşî li xalê min Abdurrahman Yildiz dan, berê jî platîn di ruyê xalê min de hebû. Ji bo ku bêtir li me nedin, me bersiv neda û me tenê hewl da xwe biparêzin.”
“Rastêrast çêrî nasnameya me ya etnîkî kirin”
Yildiz destnîşan kir ku ew rastî êrîşa bi darikî ya koma nijadperest hatine û anî ziman ku di encama êrîşê de piyê wî ji du cihan ve şikestiye û weha got:
“Nêzî 30-35 xulekan lê me dan û em li erdê kaş kirin. Koma êrîşkar çêr li me kirin û gotin, ‘em d dewleta ku we diparêze...’ û ‘em di dewleta ku Kurdan diparêze...’Bi dengê bilind dijûn dan û heqaret li me kirin. Bi awayekî rastrast çêr li nasnameya me ya etnîkî kirin. Bi kîn û nefreteke mezin êrîşî me kirin.”
“Piştî 35 xulekan polîs hatin. Dema polîs hatin jî tenê em desteserkirin. Min jî nedizanî ku piyê min şikestiye. Ez hay ji birîndarbûna lingê xwe nebûm. Ez ji cihê ku lê bûm nekaribûm rabim, piştre min ferq kir ku piyê min şikiyaye û lingê min birîndar bûye. Ez 4 rojan li beşa Nexweşiyên Hestî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Baltalîmaniyê mam. Piştre ez ji bo Nexweşxaneya Bajar a Prof. Dr. Cemîl Taşcioglu ya Stenbolê hatim veguhastin. Pêwîst e milê min bê emeliyatkirin, xetereya krîza dil li ser min heye.”
“Em xespkirin”
Yildiz diyar kir û wiha pê de çû:
“Niha ji me re dibêjin dikanê bigirin û neyên wê taxê. Niha jî bi navbeynkariya hinek kesan ji me re peyaman dişînin û dibêjin ‘Bi tu awayî di tu demê de wê neyên vir’. Me ew gilî kir. Ji bo vê yekê jî gefê li me dikin ku em biçin îfadeya xwe paşve bikişînin. Dibêjin tenê wê demê em ê 'we bibexşînin'. Dikana me ya din jî li cihekî din heye. Ji bo ku em wê derê jî bigirin gefan li me dixwin. Hîn jî gef li me tên xwarin. Kesên ku lêdana giran li me xistin di hemû qeydên kamerayê de diyar dibin. Ew koma êrişkar a 70 kesî di qeydên polîsan de hene. Lê ji nav 70 kesî tenê 4 kes girtine. Em nezanin ku ew jî hatine girtin an na. Agahiya me tune ye. Kesên ku li me xistin di heman demê de em xesp kirin û pereyên me jî girtin."
(FY/AY)