Li Stenbol û Amedê ji bo Ocalan ‘Mîtînga Azadiyê’ pêk hat
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Azad ve” li Stenbol û Amedê “Mitîngên Azadiyê” li dar xistin.
Mitînga Stenbolê li Qada Bagcilarê pêk hat û tê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka Partiyê Ayşegul Doğan axivîn. Li Amedê jî mitîng li Qada Îstasyonê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBPyê Çiğdem Kiliçgün Uçar derket ser dikê.
Di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û afirandina şert û mercên hevditîna wî ya bi civakê re derket pêş. Axaftvanan her weha bang kirin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan rêzikên hiqûqî werin derxistin, rê li ber siyaseteke demokratîk were vekirin û pêvajoya aştiyê bibe xwedî gerantiya hiqûqî.
Stenbol | “Ocalan rêya azadiyê vekir”
Ji bo mitînga li Qada Bagcilarê, ji bajarên derdorê yên weke Balikesîr, Bursa, Yalova, Kocaelî, Tekirdag û Edirneyê jî gelek kes hatin Stenbolê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, Cîgira Serokê Koma Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit û Parlamentera Stenbolê Ozgul Saki jî beşdarî mitîngê bûn.
Li qadê posterê Ocalan hat vekirin û girseyê bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di mitîngê de her weha peyama sersaxiyê ya ku Ocalan ji bo hunermend Kadir İnanir şandibû hat xwendin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat piştî rêzgirtinê, li ser navê komîteya amadekar Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Stenbolê Arife Çinar axaftina destpêkê kir.
Arife Çinarê got: “Weke duh, îro û sibê jî em ê di aştî, wekhevî û azadiyê de israr bikin.”
Çinar da zanîn ku li Tirkiyeyê Kurd, Elewî û nasnameyên cuda tên înkar kirin û tune tên hesibandin û wiha domand:
“Rûbirûyê polîtîkayên asîmîlasyonê bûn; şer li ser wan hat ferzkirin. Lê belê gava em îro lê dinêrin, rêyek vebûye. Ev rê; rêya aştiyê ye, rêya demokrasiyê ye û ew rê ye ku gel dikarin tê de di bin şert û mercên wekhev û azad de bijîn. Kesê ku ev rê nîşanî me daye jî, Birêz Ocalan e.”
Çınar her weha bal kişand ser statuya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê statuya wî zelal bibe û aştî di jiyanê de cihê xwe bigire.
CANLI || İstanbul'da düzenlenen Özgürlük Mitingi için alana girişler sürüyor. https://t.co/yedqkoQRw9
— bianet (@bianet_org) June 28, 2026
Dogan: “Em dizanin ku kesê pêvajoyê xurt bike birêz Ocalan e”
Ayşegul Dogan diyar kir ku dilê herkesî tijê ye û got:
“Ji Mersîn û Wanê heta Amed û Stenbolê hûn dengê xwe bilind dikin. Em îro ji bo Mitînga Azadiyê kom bûn. Bi salan e ji bo ked, aştî û azadiyê em têdikoşîn. Ji bona wê bi salan e gotinên me bi peyva aştiyê dest pê dike. Em dizanin êş çiye, me tu êş ji bîr nekir, hemû di dilê me de ne. Edî em naxwazin bigirîn, em naxwazin ciwan û zarokên me bimirin. Me gelek êş kêşand, me koçberî dît, mirin dît. Bi keda gelê xwe em hatin li vir. Divê em xwe rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin.
Ev mitîng daxwazên me tîne ziman. Lê hin kes ji hin tiştan ditirsin. Ji azadiya birêz Abdullah Ocalan ditirsin. Birêz Abdullah Ocalan ev 27 sal e ji bo aştiyê têdikoşe. Îro divê bê fikirandin ku em çima dibêjin divê şert û mercên Ocalan bê baş kirin. Ji ber ku gumanên me hene. Em dizanin ku kesê pêvajoyê xurt bike birêz Abdullah Ocalan e. Ji bona wê îro em banga azadiyê dikin. Ew salên dijwar çûn divê êdî salên li hevhatî biborin. Me îro daxwazên xwe anîn ziman, ji îro şûnde jî em ê dîsa dengê xwe bilind bikin.”
Piştî axaftina Ayşegul Dogan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kadîr Înanir şnadibû hate xwendin.
Paşê jî Hunermend Tara Mamedova derket ser dikê û stranên xwe got. Gel li ber stranan govend gerand.
Bakirhan: “Ji bo ku pêvajo bigihêje armanca xwe em li vir in”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku ew gelê ku ev qada tijê kirine silav dike û wiha axivî:
“Îro em mitîngekê li dar dixin lê li aliyekê ve jî şînek heye. Hevalê me dostê Kurdan Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da. Em soz didin Gelê Behra Reş, gelê Tirkiyeyê ku em ê Komareke Demokratîk ava bikin. Me li çar bajaran Mitîngên Azadiyê li dar xistin. Îro gel nikarê debara xwe bikin sedema wê şer e. Ji bo şer bê rawestandin, girtiyên siyasî werin berdan û li vir bin, ji bo pêvajo bigihijê armanca xwe em li vir in. Me herdem got aştî. Îro ev qad gelek tişt dibêje, ev qad dengê çareseriyê ye. Hûn herdem xwedî li pêvajoye derketin û bi têkoşîna xwe we mesaya aştiyê saz kir.”
“Rêya derketina ji koasê demokrasî ye. Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin demokrasî jî nayê. Divê êdî em dilrast bin û mafê Kurdan, Elewiyan û gelên din bidin. Îro behsa Qanûna Çarçove tê kirin. Divê tu kes neyê tune hesibandin. Herkes tev li qanûnan bibe. Êdî divê pêvajo neyê dirêjkirin û çareserî pêk bê. Qanûna Çarçove navê demokrasiyê ye, Qanûna Çarçove dê rêya demokrasiyê veke. Divê em di derxistina qanûnan de wêrek bin. Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bi salan e têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan dibêje êdî bila tu kes jiyana xwe ji dest nede. Têkoşîna me ji nûve dest pê dike. Ji bo Tirkiyeyeke Demokratîk, fermîkirina zimanê Kurdî em ê bixebitin.”
Amed | “Tu zext û zorî nikarin meşa azadiyê ya gel bidin sekinandin”
Li gel şêniyên Amedê, ji bajarên derdorê jî bi deh hezaran kes beşdarî mitînga li Qada Îstasyonê bûn.
Girse ji sê baskan ve ket qada mitîngê û li qadê posterê Ocalan hat daliqandin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê komîteya amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Abbas Şahin axaftina destpêkê kir.
Şahin got, “Tu zext û zorî nikarin meşa azadiyê ya gel bidin sekinandin” û axaftina xwe wiha domand:
“Ev îradeya ku ji vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesê ku jiyaneke azad û demokratîk dixwaze ye. Em bang li her kesî dikin ku felsefeya civaka demokratîk geş bikin, piştgiriyê xurt bikin û meşa azadiyê mil bi mil bidomînin.”
Her weha pêşkeşvan Berfîn Emektar peyama ku Rêberê PKKê Abullah Ocalan ji bo vefata hunermend Kadîr Înanir şand xwend.
Çîgdem Kiliçgun Uçar: "Divê navê hiqûqê azadî be"
Piştî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku di tekoşîna gelê Kurd ê ku bi hezar sal in ked, têkoşîn û berdêlên giran ava bûye û wiha axivî:
“Gelê Kurd bi dehan salan e ku vî welatî neçarî demokrasiyê dike. Ji bo ku bibe avakarê aştiyê li vî welatî qadan amade dike. Bi salan e li vî welatî ji bo azadiya gelan, kedkaran û jinan hewl dide. Em dixwazin ku ev têkoşîna ku bi salan e berdewam dike, bi gelên Tirkiyeyê re bigihîje hev. Em dixwazin ku gotina Dayikên Aştiyê yên ku rûyê zarokên xwe nabînin li erdê nemîne. Mîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm. Em wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin Bayram Balci yê ku têkoşîna birûmet a gelê Kurd bi salan tevî û zextan kevneşopiya çapemeniya azad meşand, di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da û ji welatê xwe dûr ket. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin.”
“Di banga 27ê Sibatê de tenê Kurd nîn in, gelên Tirkiyeyê hene. Di banga 27ê Sibatê de jiyana hevpar a vî welatî heye, paşeroja hevpar a vî welatî û hebûna her kesî ya bi nasnameya xwe heye. Di banga 27ê Sibatê de, li şûna înkara ku dihat xwestin bi Kurd-dijminatiyê were avakirin lê bi ser neket, banga avakirina yekîtiya demokratîk a bi hev re heye. Di banga 27ê Sibatê de, banga veguherîna dewletê ya bi esasgirtina demokrasiyê heye. Ev bang, banga Tirkiyeya mezin e. Ev bang di heman demê de banga têkoşînê ye. Ev bang; banga avakirina paşeroja hevpar a bi hev re ye, avakirina pergaleke ku zarok tê de neyên kuştin, lê bi azadiya xwe bijîne. Ev banga avakirina têkoşîna hevpar a li dijî hemû neheqiyan e. Ev bang ji bo azadiya ewladên gelê Kurd ên ku ji ber di hiqûqa vî welatî de tune ye zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de tên girtin, ji bo hemû siyasetmedarên me yên dîlgirtî, ji bo ku paşeroj bi ciwan û jinan re bihêztir bibe, bangek e. Çima ev bang deng nade? Çima ev bang bi gelan re nagihîje hev? Desthilatdarî çima destûrê nade vê yekê? Hewcedarî bi hevparbûnê heye, ne ku rûmet û serbilindiya Kurd û Tirkan a ku bi hezarên salan bi hev re jiyane, bînin pêşberî hev. Ev vîna avakirina paşeroja hevpar e.”
“Çarçoveyeke qanûnî heye. Nîqaş berdewam dikin, lê gava em televîzyonan vedikin, Serokkomar û Serokê Meclîsê dibêjin, ‘Bila çarçoveya qanûnî di demek zû de were meclîsê.’ Em ji Amedê dipirsin kî/kê wê bîne meclîsê? Mixatabê aştiyê, yê ku li ser wê masê rûniştiye kî ye? Divê navê Birêz Ocalan ê li ser maseya muzakereyê were diyarkirin. Divê dewlet biryarê bide ka hiqûqa Birêz Ocalan ê ku di çavê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de sêwiranerê sereke û pêşengê sereke ye, çi ye. Divê navê vê hiqûqê azadî be. Astengiya li pêşiya vê çi ye? Di çavê dewlet û desthilatdariyê de, danîna çekan çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ne wisa ye. Birêz Ocalan dibêje, ‘Piştî ku çek hatin danîn, divê êdî zemineke hiqûqî derkeve holê ku tu kes careke din serî li çekan nede.’ Kurd ji ber ku di qanûnên vî welatî de cih nagirin tên girtin, di siyaseta demokratîk de tên cezakirin, 30 salan di girtîgehê de dimînin, qeyûm dişînin şaredariyan û mafê wan ê herî jiyanî, mafê ziman tê cezakirin. Em ne avakarên cezakirinê ne, em serdemekê ava dikin ku di sedsala nû ya Tirkiyeyê de gelê Tirk û Kurd bibin misogeriya hevdu. Ev fersendeke dîrokî ye ku hatiye ber lingê dewletê. Bêyî ku dereng bixin divê rêziknameya qanûnî bê derxistin.”
Veysî Aktaş: “Em aştiyeke bi rûmet dixwazin”

Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, ji Sekretariya İmraliyê Veysî Aktaş axivî.
Veysî Aktaş hunermend Kadîr Înanir bi bîr anî û diyar kir ku Kadîr İnanir sosyaslîstekî mezin bû û destnîşan kir ku dê her tim dilê me de bijî. Veysî Aktaş axaftina xxwe wiha domand:
“Rêberê Gelê Kurd rûmeta me ye. Siberoja me ye. Ew dengê ku digot Kurd tune ye ka vê qadê mêze bikin. Rêber Apo hêviya me ye. Mimarê aştî, wekhevî azadiyê ye. Xurtbûna gelan çareseriya siyasî ye. Rêber Apo aktorê aştiyê ye. Girîngiya Rêzdar Ocalan ev e. Rêzdar Ocalan gel e berxwedan e. Hêj jî tecrîd tê domandin. Ev tecrîd li ser gelan tê meşandin. Lewre Serokatî wek mûzakerevan hatiye diyarkirin û divê azad bibe. Rêbertiyeke azad dê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn azad bike. ji ber vê yekê tecrît berdewam dike û naxwazin azad bibe.
Amed îro rabûye li ser piya û dibêjin bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve û yan azadî yan azadî. Rêbertiyeke azad xelaskirina gelan e. Tecrît girtina rêya siyasî ye, aştî nasnameye, rêzdariya li hemberî îradeya gel e. Ev bang banga bi mîlyonan e. Gelê Amedê ez ve dipirsim gelo hun tecritê qebûl dikin? Na em qebûl nakin. Çareserî mûzekeriye û azadiye. Daxwaziya me ew e ku şer tû mercên xebatên azade. Em aştiyê dixwazin lê aştiyeke bi rûmet. Hinek dixwazin zagonan neguherînin. Bi vî awayî zagon neyê guhertin ev çokdanîn e. Em vê yekê qebûl nakin. Poşmanbûn aştî nayne koletiyê tîne. Divê herkes baş bizanibe baweriya vî gelî aştiyê heye. Divê bizanibin ku gel çok danayîne. Siberoja ku em dixwazin jiyana azad û wekhevî ye. Bila herkes bizanibe ku em ê destûr nedin aştî veguhere teslîmiyetê. Ez ê gotinên xwe bi gotina Rêber Apo bi dawî bikim; Ey jiyan an ez ê te azad bijîm an jî qet nejîm.”
(VC/AY)