Li Şamê êrîşa bombeyî: 9 kes mirin
Li paytexta Sûriyeyê, di teqîna li kafeyeke nêzî Qesra Dadê de herî kêm 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê dane televîzyona fermî ya dewletê El-Îxbariyeyê, êrîş roja Pêncşemê li herêma Hîcazê ya li navenda paytextê, di kafeyeke nêzî Edliyeyê de hatiye kirin.
Ajansa Reutersê, ku zanyarî ji medyaya fermî ya Sûriyeyê wergirtiye, di bîlançoya pêşîn de ragihandibû ku herî kêm 6 kes mirine û 22 kes jî birîndar bûne.
Heta niha tu kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Waliyê Şamê Mahîr Îdlibî da zanîn ku Wezareta Navxweyî dê encamên pêşîn ên lêkolînê eşkere bike. Reutersê di nûçeya xwe ya ji televîzyona dewletê ya Sûriyeyê wergirtiye de ragihand ku amûra teqemeniyê di kafeyê de bicihkirin e û êrîş li nêzî Edliyeyê ku yek ji cihên herî qelebalix ên paytextê ye, pêk hatiye.
Guterres êriş şermezar kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, ji ber vê teqînê nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, Sekreterê Giştî sersaxiya xwe ya ji dil ji malbatên qurbaniyan re şand, hevxemiya xwe bi birîndaran re parve kir û daxwaza şifayê ji wan re kir.
Guterres careke din tekez kir ku êrîşên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku divê berpirsiyar werin tespîtkirin û derxin pêşberî edaletê.
Her wiha da zanîn ku wî biryardariya rayedarên Sûriyeyê ya ji bo lêkolînkirina êrîşê jî tomar kiriye.
Şahidên bûyerê
Xwediyê restorana li kêleka kafeya ku teqîn tê de çêbûye, Celal el-Cananî ji APyê re axivî û got ku ew piştî dengê teqînê çûye cihê bûyerê û li wir birîndar û miriyên li ser erdê dirêjkirî dîtine. El-Cananî weha gotiye: “Heta ku polîsên trafîkê hatin, me qurbanî birin nav wesayîtan” û diyar kir ku birînên piraniya birîndaran giran bûn û xwîn jê diçû.
Li gorî nûçeya APyê, ew kafe cihê çûyin û hatina parêzerên ku li Edliyeyê dozan dişopînin bûye.
Piştî êrîşê, herêm ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat dorpêçkirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Şamê. Di dîmenên ku li ser torên civakî hatin parvekirin de birîndarên ku di hundirê kafeyê de li ser erdê dirêjkirî bûn.
Enqereyê êriş bi tûndî şermezar kir
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êrîş "bi tundî" şermezar kir. Di daxuyaniya wezaretê de weha hat gotin:
“Em êrîşa ku îro li herêma Hîcazê ya Şama paytexta Sûriyeyê hat kirin û bû sedema ziyanên canî, bi tundî şermezar dikin.” Di daxuyaniyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo birîndaran şifa hat xwestin, her wiha hat diyarkirin ku Tirkiye dê hevgirtina xwe ya bi Sûriyeyê re bidomîne. Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wateya siyasî ya êrîşê jî û ev gotin anîn ziman:
“Tê bawer kirin ku bersiva herî baş a li dijî van hewildanên ku armanca wan astengkirina geşedanên li ser riya avakirina îstîqrar û ewlehiya mayînde li Sûriyeyê ye û li dijî derdorên ku hewl didin aramiya civakî têk bibin, dê dîsa ji hêla gelê Sûriyeyê ve, bi rêya parastina yekîtî û bihevrebûnê were dayîn.”
(AEK/AY)