Li rojnameger Oznur Degerê dozek nû vekirin
Ji ber ku rojnameger Oznur Deger li dijî desteserkirina xwe ya bi êşkenceyê û tundkariya psîkolojîk a li dijî malbata xwe bertek nîşandaye, derbarê wê de dozeke nû hat vekirin.
Derbarê rêvebira Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê de, dozeke nû hate vekirin.
Li gorî nûçeya JINNEWSê ji ber ku di 7ê Sibata 2025an de di dema desteserkirinê de Degerê bertek nîşanî îşkenceya lê hatiye kirin û zexta psîkolojîk a li malbata wê hatiye kirin daye, bi îdiaya ku “ji bo peywir neyê bicihanîn li ber xwe daye” û “heqaret kiriye” doz lê hate vekirin.
Derbarê rojnameger Oznur Degerê de lêpirsîn hat destpêkirin
23 Kanûn 2024
Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Qoserê ve hate amadekirin û ji aliyê 6emîn Dadgeha Cezayên Esliyeyê ya Qoserê ve hate qebûlkirin.
Her weha di heman demê de derbarê xwişk û dayika Oznûr Degerê de jî bi îdiaya ku “ji bo peywir neyê bicihanîn li ber xwe daye”doz hate vekirin.
Danişîna destpêkê a dozê dê di 14ê Tîrmehê de pêk were.
Derbarê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
24 Cotmeh 2025
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.