Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê derbarê nûçegihana JINNEWSê Oznûr Degerê de lêpirsîn da destpêkirin.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dema nûçe dişopandin di encama êrişa balafira bêmirov a biçek de hatibûn kuştin. Di dema serdana şîna Cîhan Bîlgîn a li Midyada Mêrdînê de polîsekî heqaretên zayenperest li nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger kir. Li ser vê yekê rojnameger Oznûr Degerê jî bertek nîşanî polis da.
Dozgeriyê rojek piştî bûyerê bi îdiaya ku ‘heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye’ derbarê Degerê de lêpirsîn da destpêkirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Em pergala ku gotinên zayenperest ceza nake, rojnamegeran ceza dike qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.”
Axavtina ku di navbera Degerê û polis de derbas bûye weha ye:
Biz yasımızı direniş ile, bize bırakılan mücadeleyi büyüterek veriyoruz. Ve bir kez daha; İradenin ve Hakikatin Gücüne Yenileceksiniz! pic.twitter.com/Yewdd0bpck
— Öznur Değer (@dgroznur) December 22, 2024