Li peravên Îspanyayê 18 koçber mirin
Xeta sînorî ya Ceutayê di navbera Bakurê Afrîkayê û Ewropayê de ye û ev rê kurt e û di nav rêyên herî metirsîdar de ye. Ji duh (30ê Tîrmehê) ve li vê xetê qeyraneke mezin a mirovî tê jiyandin.
Bi hezaran kesên ku ji peravên bajarokê Fnideqê (Castillejos) ê li bakurê Fasê ketiye deryayê, hewl dan ku bi melevaniyê derbasî bajarê xweser ê ser bi Îspanyayê Ceutayê (Sebte) bibin.
400 kes hatin rizgarkirin
Ji koçberên ku dixwestin li dora betonên mezin û têlên ku sînor pêk tînin bifetilin, ji ber şîp û pêlên deryayê jê 18 kes xeniqîn. Servîsa Ewlehiya Deryayî û Rizgarkirinê ya Îspanyayê û Heyva Sor a Îspanyol di operasyonên ku bi hev re di meşan de zêdetirî 400 kes bi saxî ji avê derxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Îspanyayê ragihand ku tê pêşbînîkirin di 24 saetên dawî de zêdetirî 49 hezar kesî derbasî Sebteyê bûne.
Koçber çima dixwazin biçin Îspanyayê?
Bajarên Ceuta û Melillayê ku li Bakurê Afrîkayê ne, li parzemîna Afrîkayê tekane sînorê bejahî yê Îspanyayê ye. Ev rewş, her du bajaran hem ji bo welatiyên Marokê hem jî ji bo penaberên ku ji Afrîkayê û welatên Bakurê Afrîkayê tên, dike rêyeke koçberiyê. Lê belê, gihîştina Ceutayê bêguman bi wateya gihîştina Ewropayê nîne.
“Rewşa awarte ya neteweyî hat ragihandin”
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sánchez di 30ê Tîrmehê de di daxuyaniya li ser hesabê xwe ê Xê de diyar kir ku hikûmetê hemû çavkaniyên heyî seferber kirine û ragihand ku ji bo “di demeke herî kurt de dîsa aramiyê saz bike” leşker û yekîneyên parêzvanên sivîl ên zêde ji bo Ceutayê hatine veguhestin.
Serokê Bajarê Xweser ê Ceutayê Juan Jesús Vivas destnîşan kir ku xeta sînorî bi temamî hilweşiyaye û bang li hikûmeta navendî kir ku “rewşa awarte ya neteweyî” rabigihîne.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve ê Îtalyayê Antonio Tajani di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de îdia kir ku “koçberiya bêkontrol ewlehiya neteweyî dixe xetereyê” û diyar kir ku divê Herêma Schengenê ji Îspanyayê re bê girtin; bi vê yekê polîtîkayên koçberiyê yên hikûmeta Madrîdê rexne kirin.
Tevî ku hêzên ewlehiyê yên Fasê tîmên piştgiriyê şandin sînor û ragihandin wan bi hezaran kes ji bejahiyê ve asteng kirine jî, çapemeniya Îspanyol bal dikşîne ku rêveberiya Rabatê sînor wekî karteke siyaseta derve ya serdemî bi kar tîne.
Daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê (AMDH)
Achraf Maimouni, yek ji nûnerên komeleya ku tevgera sînorî ya li herêma bakurê Fasê rasterast dişopîne, di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa Associated Press (AP) re de wêneya li sînor wekî “rewşeke neasayî û giran” bi nav kir.

(FY/AY)