Li gundê Kuşkayasiyê yê ser bi navçeya Cideya Kastamonuyê, saet li derdora 07.30ê sibehê ÎHAyek (Balafira Bêmirov) ket hewşa mala welatiyê bi navê Mûsa Zîlan.
Parçeyên ÎHAyê li derdorê belav bûn û di encamê de zirar gihîşt baxçeyê bindeqan.
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirmeyan çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Heta niha diyar nebûye ku bê ka ÎHA ya kîjan welatî ye û ji ku derê hatiye. Her weha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(EMK/AY)
