Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyona meha Gulanê aşkere kirin.
Li gorî TUİKê enflasyona meha Gulanê bi rêjeya ji sedî 1,71 zêde bûye û salane gihîştiye ji sedî 32,61ê.
Her weha li gorî ENAGê jî, rêjeya enflasyona meha Gulanê ji sedî 2,16 ye û ya salane gihîştiye ji sedî 53,13an.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye. Bi eşkerekirina enflasyona Gulanê re dê kirêyên xanî û dikanan jî werin nûjenkirin û zêdekirin.
Li gorî daneyên enflasyona TUÎKê yên 12 mehên dawî, dê kirêyên xanî û dikanan di meha Hezîranê de ji sedî 32,24 werin zêdekirin.
(HA/AY)
