Li Gimgimê li dijî JESê jin di nobetê de ne: Li cihê ku nikarin gel bişkînin û bitepisînin, axê jehrî dikin
Şîrketa bi navê IGNIS H2 A.Ş. ku navenda wê li Amerîkayê ye, li Gimgim, navçeya Mûşê û Kanîreş, navçeya Çewligê, plan dike du projeyên cuda yên Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) çê bike. Li her du navçeyan jî berteka welatiyan a li dijî projeyê berdewam dike.
Her weha li Dadgeha Îdarî ya Çewlikê pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin. Li Gimgimê jî çalakiya nobetê ya ku di 3ê Gulanê de li dijî projeyê hatibû destpêkirin hê jî didome.
Li Kanîreşê gel li dijî JESê li ber xwe dide: Gel xebatkarên şîrketê ji gund derxistin
Li gorî nûçeya Can Kirbaş ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiya ye jinên ku tevlî çalakiya nobetê bûn in, destnîşan kirine ku ew di têkoşîna li dijî projeyê de bi biryar in.
“Ji bo tepisandinê axê jehrî dikin”
Qada nobetê, Fatma Guneşer. Fotograf: Can Kırbaş / MA
Endama Platforma Ekolojiyê ya Gimgim-Ewropayê Fatma Guneşerê diyar kir ku jin bi awayekî xurt xwedî li têkoşîna li dijî projeyê derketine û got ku ew çawa ji derveyî welat hatiye, di 3ê Gulanê de tevlî nobeta kon bûye. Guneşerê destnîşan kir ku ew li derveyî welat di nav federasyoneke ji herî kêm 300 komeleyên ekolojiyê pêk tê de ji bo rawestandina projeyê ketine nav hewldanan û wiha got:
"Em ji bo serlêdana UNESCOyê di qonaxa komkirina hin belgeyan de ne. Di meha 10ê de jî dê sempozyûmeke me çêbibe. Dê ji komeleyên ku pêkhateyên Almanya, Fransa û Hollandayê ne, pêk were. Ez jî dê li ser navê Gimgimê tevlî bibim. Gimgim ji aliyê civakî ve xwedî pêkhateyeke kozmopolît e. Xwezaya Gimgimê mezin e. Dixwazin bi rêya xwezayê êrîşa herî mezin li dijî Gimgimê pêk bînin. Şîrketên wekî IGNISê dixwazin Gimgimê parçe bikin. Ev proje pirsgirêkeke cîhanî ye. Tişta ku min çavdêrî kiriye, li cihê ku nikarin gel bişkînin û bitepisînin, axê jehrî dikin. Civakê bi darêzorê koçber dikin. Ev jî tê wateya erozyona çandî û têkçûyîna baweriyê. Tişta ku nikaribûn bi çekan tune bikin, dixwazin bi santralên enerjiyê tune bikin."
Li Gimgimê nobeta JESê di roja 31em de berdewam dike
“Sondaj dê bibe sedema wêranê”
Qada nobetê, Çiğdem Aktepe. Fotograf: Can Kırbaş / MA
Çiğdem Aktepeyê jî bal kişand ser wê yekê ku ew projeyên talanê yên li Tirkiyeyê napejirînin û got:
"Ez naxwazim çanda me tune bibe û ji holê rabe. Ez naxwazim dar û ava me tune bibe. Dê zirarê bide axa me. Madeyên kîmyewî dê tevli hewayê bibin. Ez ji Stenbolê hatime da ku piştgiriyê bidim çalakiya konan. Jin di civakê de di ciheke girîng de ne. Bi qasî ku min dît, jin di nobetê de çalak in. Livirbûna jinan tiştekî girîng e. Erdhej li ber pozê me ye. Gefa herî mezin a li ser vê herêmê erdhej e. Sondaja ku ew dê vedin ji destpêkê ve dê vê herêmê wêran bike. Ew bi xwe jî bi vê yekê pir baş dizanin. Dê gelek bajarên derdorê jî bandor bibin. Em ê destûrê nedin vê projeyê. Em daxwaza xwe li vir tînin ziman. Bi hebûna xwe ya li vir, em nîşan didin ku em li dijî projeyê ne."
“Pêwîst e em li her derî li dijî JESan derkevin”
Qada nobetê, Hatice Doğan. Fotograf: Can Kırbaş / MA
Hatice Dogana ku li Tekirdağê dijî û ev du meh in ji bo piştgiriya çalakiya nobetê hatiye, anî ziman ku ew li dijî projeya JESê ye. Hatice Doganê weha got:
"Wê zirarê bide xelkê vir, ajalan, gîhayan û hemû zîndewerên ku li vir dijîn. Her kes bi vê yekê dizane û di ferqa wê de ye. Li hin gundên me HES hatin çêkirin. Avên me ji destên me girtin. Dê berdewama wê jî bê. Ji bo dewlemendiya şîrketan hemû tiştên li ser rûyê erdê firotin. Niha dor hatiye binê erdê. Xelkê nafikirin. Li Egeyê, li Herêma Deryaya Reş li her derî êrîş heye. Ku der dibe bila bibe, divê em xwe bigihînin her derê. Divê em têbikoşin û li dijî derkevin."
Li Gimgim û Kanîreşê gundên ku li ber JESê ketine

Gimgim
Gundên ku li Gimgimê li ber JESê bikevin ev in: Tanzik, Tatan , Hemug , Çorsan, Xarikê, mezraya Dewreşêlî, Qasiman, Ameran, Zengena, Mengel, Kuzik, Civarkan, Caneseran, Xaşxaş, Uskira, Şorik, Şeman , Gadizan, Badan.
Kanîreş
Li gundên Qerxabazar, Aynik, Lîcik, Şorik, Çêrmûk, Siqavêlan û Alawizan ên navçeya Kanîreşa Çewlîgê, ji aliyê Şîrketa Anonîm a IGNIS H2 ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ve, di çarçoveya xebatên “Lêgerîna Çavkaniyên Enerjiya Jeotermal” de tê plankirin ku bi kêmanî 25 bîrên sondajê werin vekirin. Şîrketa ku di 3ê Cotmeha 2025an de pêvajoya ÇEDê (Nirxandina Bandora li ser Jîngehê) dabû destpêkirin, di 1ê Nîsanê de bersiva erênî wergirt. Li dijî rapora “ÇED guncaw e” welatiyên herêmê amadehiya vekirina dozê dike.
Tenê li Qerxebazarê 8 hezar metre çargoşe qad wê were bikaranîn

Plankirina projeyê li ser xeta fayê ya ku wekî “Xeta Fayê ya Rojhilatê Anadoluyê” tê naskirin û navenda wê gundê Qerxabazara Kanîreşê ye, xetereya erdhejê zêde dike. Ev xeta fayê di ser Gimgima Mûşê re derbas dibe û bi “Xeta Fayê ya Bakurê Anadoluyê” re dibe yek. Şîrket amadehiyê dike ku di meha Gulanê de, li gundê Xwarik ê Gimgimê (ku nêzî 25 kîlometre dûrî Qerxabazarê ye) li ser heman xetê yekemîn sondajê lê bide.
Sîsmologên ku xetên fayê lêkolîn dikin, balê dikşînin ku di valahiya sîsmîk ya Qerxabazarê de enerjiyeke mezin berhev bûye û dibe ku erdhejeke bi mezinahiya herî kêm 7 pileyî çêbibe. Her wiha ji bo projeyê tenê li gundê Qerxabazarê wê 8 hezar û 139 metreçargoşe qad were bikaranîn. Proje wê çêrgehan dagir bike û çandinî û sewalkariya ku çavkaniya sereke ya debara herêmê ye, tune bike. Dîsa ji ber projeyê, cihên pîroz ên welatiyên Kurdên Elewî yên li Kanîreşê wê bandoreke neyînî bibînin.
Derbarê Ignis H2ê de
Şîrketa Ignis H2 Energy di sala 2021an de hatiye avakirin û navenda wê ya sereke li Houstonê (DYA) ye. Ev şîrket bi piştgiriya binesaziya Geolog International kar dike û di warê lêgerîn, sondaj û pêşxistina enerjiya jeotermal de pispor e.
Li Tirkiyeyê, bi taybetî li herêmên wekî Kanîreş-Yedisûyê (Çewlig) û Gimgimê (Mûş) projeyên santralên jeotermal birêve dibe. Armanca fîrmayê ew e ku bi tecrûbeya xwe ya ji sektora petrol û gazê girtiye, enerjiya jeotermal wekî çavkaniyeke bingehîn a enerjiya paqij bikar bîne. Şîrket li Tirkiyeyê (bi buroya xwe ya Îzmîrê re), li Ewropa û li seranserê cîhanê projeyên enerjiya domdar pêş dixe.
(AY)