Li dijî Şaredariya Etimesgutê operasyon: Beşikçioglu jî di nav de 52 kes hatin desteserkirin
Tîmên Rêveberiya Emniyetê ya Bajarê Enqereyê, di saetên sibehê de bi awayekî hemwext bi ser gelek navnîşanan de girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de Serdozgariya Komarî ya Enqereyê li dijî Şaredariya Etimesgutê ya CHPyî operasyon da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Cîgirên Serokê Şaredariyê Taylan Ozguven, İhsan Bahri Bellek, Atilla Akyurek û Serokê Şaredariyê Erdal Beşikçioglu jî di nav de 52 kes hatin desteserkirin.
Tîmên Rêveberiya Emniyetê ya Bajarê Enqereyê, di saetên sibehê de bi awayekî hemwext bi ser gelek navnîşanan de girtin.
Her weha tîmên polîsan xebatên lêgerîn û lêkolîna di avahiya Şaredariya Etimesgutê de berdewam dikin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.