Li Berlînê dê dibistana seretayî ya bi kurdî bê vekirin
Tê plankirin ku Dibistana Seretayî ya Rıza Baran a ku dê li Berlîna paytexta Almanyayê bi kurdî û almanî perwerdeyê bide, di sala xwendinê ya 2027-2028an de vebe.
Li gorî nûçeya Helin Ozgunê ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye, Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê-YEKMAL xwe amade dike ku di warê perwerdeya zimanê kurdî de gaveke din a girîng bavêje. YEKMAL dê li paytext Berlînê ku zêdeyî 100 hezar Kurd lê dijîn dibistaneke seretayî veke û perwerdehiya bi kurdî û almanî bide.
Dibistan dê bi navê Riza Baran, mamoste û siyasetmedarekî Kurd ku di sala 1942'yan de li Kirşehirê ji dayik bûye û di 4ê Gulana 2020'î de li Berlînê koça dawî kiriye, were binavkirin.
Destûrên pêwîst ji rayedarên peywendîdar hatine wergirtin û amadekarî bi piranî qediyane. Tê payîn ku dibistan di sala perwerdehî-hîndekariyê ya 2027-2028an de dest bi xebatê bike.
Zarokên ku diçin vê dibistanê dê dîplomayan bistînin, mîna yên ku diçin dibistanên din ên li Almanyayê. Piştî perwerdehiya xwe ya li vir, ew ê karibin xwendina xwe li dibistana navîn û amadeyî bidomînin.
“Ziman, çand û nasname di parastina hebûna civakî de bingeh e”
Rêvebira Giştî ya YEKMALê Gunay Darici
Rêvebira Giştî ya YEKMALê Gunay Darici der barê dibistanê de diyar kir ku ew bi salan e ji bo hînkirin û pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin. Gunay Dariciyê got:
"Ziman, çand, nasname û huner di parastina hebûna civakî de roleke bingehîn dilîzin. Di vê çarçoveyê de, di sala 2014'an de me yekem pêşdibistana duzimanî li Berlînê vekir ku perwerdehiya Kurdî-Almanî dide. Pêşdibistana me ya duyemîn di sala 2018'an de dest bi xebatê kir. Malbat niha li malê Kurdî fêr dibin û bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin. Ji ber eleqeya zêde, me biryar da ku di sala 2027'an de li paytexta Almanyayê dibistaneke seretayî vekin."
Armanc lîse ye
Gunay Dariciyê diyar kir ku wan gelek hevdîtin bi rayedarên senatoyê re der barê dibistana seretayî de kirine û got:
"Zimanê Kurdî dê li paytexta Almanya bibe zimanekî model. Kurdên li Ewropayê xwe di her warî de pêş xistine. Niha, Kurd bi ziman û çanda xwe bûne beşek ji vê civakê. Ziman ne tenê ji bo axaftin û têgihîştinê ye; ew li ser wergirtina perwerdehiyê bi wî zimanî ye, perwerdehî, nivîsandin û xwendinê ye. Dibistan ji bo vê yekê cihên girîng in."
"Sînordarkirina ziman bi axaftin û têgihîştinê, têr nake. Em dixwazin wê temam bikin. Bikaranîna ziman di dibistanan de temamker e. Dibistana me jî dê ji bo Kurdî roleke mezin bilîze." Gunay Dariciyê, armanca xwe ya dibistaneke ku Kurdî û Almanî di asteke wekhev de bê hînkirin, anî ziman û got: "Li Berlînê, dê ji pola yekem heta şeşemîn perwerdehiya duzimanî hebe. Armanca me ne tenê hînkirina heta pola şeşemîn e, heta lîseyê ye. Em hêvî dikin ku pêşî dibistana seretayî vekin. Em dixwazin bi biçûk dest pê bikin. Em ê karê xwe gav bi gav mezin bikin."
(NÖ/AY)