Komîsyona Dadê 12emîn Pakêta Darazê pejirand
Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê, pêşnûmeya qanûnê ya ji 29 xalan pêk tê ku wekî "12emîn Pakêta Darazê" tê zanîn pejirand.
Ev rêzikname, beriya rûbirûbûna îcrayê ya li dijî îdareyê şertê serlêdana nivîskî tîne, di milkên wekî mîrat mane de daxwaza eşkere ya yekem tenê bi mîratgiran re sînordar dike û mafê parastina muafiyeta temînatê ya xwediyên pişkan radike.
Belgeyên noteran dê bikaribin bi rêyên elektronîk bên şandin û hejmara daîreyên Şûrayê Dewletê dê heta sala 2030î wekî xwe were parastin.
Di dadgehên îdarî de çarçoveya dozên ku dê ji aliyê dadgerekî bi tenê ve werin dîtin berfireh dibe û dema navbera danişînan bi sê mehan tê sînordar kirin.
Di sûcên îşkence û reftara xerab de biryara Paşxistina Eşkerekirina Biryarê (HAGB) nikare were sepandin; li ser mijarên hiqûqî jî ji bo dadger û dozgerên ku serî li pisporan didin dê cezayê dîsîplînê were birîn.
Ji bo daneyên genetîk û dîjîtal qaîdeyên parastinê tên danîn. Ji bo mexdûrên xapandina IBANê bendeke nû ya kêmkirina cezayê li metnê hat zêdekirin.
Benda 27an ku desthilatdariya betalkirinê ya Dadgeha Bilind sînordar dikir, ji nav metnê hat derxistin.
Di çarçoveya biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bîngehîn (AYM) de, ji bo hinek biryarên dadgehên îdarî yên herêmî, li Şûrayê Dewletê rêya temîzê ji nû ve vedibe. Lê belê, di hinek dozên ku ji aliyê dadgerekî bi tenê ve tên dîtin û hewcedariya wan bi lêkolîna temîzê nîne de ev rê dê girtî be.
Pêşnûme, ji bo serok û endamên ku dê di desteyên pisporiyê yên Saziya Tiba Adlî de peywirê bikin şertê pisporî an jî doktorayê tîne. Ji bo serokên desteyan, endaman û hinek rêveberan dê dema peywirê wekî çar salan were sepandin.
(EMK/AY)