Komeleya HÊVÎ LGBTİ+ ferhenga têgehên kurdî weşand
Komeleya HÊVÎ LGBTİ+, ferhengeke ku ji têgehên bingehîn ên di qada LGBTİ+yan de tên bikaranîn, pêktê weşand.
Ferheng, peyv û wateyên wan yên bi kurdî yên ku di qadên zayenda civakî, meyla zayendî, nasnameya zayendî û mafên mirovan de tên bikaranîn li xwe digire.
Di xebatê de li gel têgehên wekî zayenda civakî, nasnameya zayendî, derbirîna zayendî, heteronormatîvîte, non-binary, genderqueer, înterseks, lezbiyen, gey, panseksuel û queer; gelek sernavên derbarê homofobî, HIVfobî, sûcê nefretê û cudakariyê de jî cih digirin.
Armanc ew e ku bibe çavkanî
Di ferhengê de têgehên weke tundkariya dîjîtal, psîkolojîk, aborî û tundkariya flortê û patriyarka û rolên zayenda civakî jî tên pênasekirin.
Tê armanc kirin ku ev xebat di serî de ji bo LGBTİ+yên ku zimanê wan ê zikmakî kurdî ye û her weha ji bo aktîvîst, rojnamevan, lêkolîner û mafparêzan bibe çavkaniyek e.
Armanca Komeleyê bi vê xebatê ewe ku, terminolojiya di qada mafên LGBTİ+yan de tê bikaranîn di nav kurdî de berbelav bibe û ji bo xurtkirina zimanê mafparêziyê tevkariyê bike.
Ji bo bidestxistina ferhengê bitikîne.
(TY/AY)